Endamê Konseya Serokatîya PDKê Alî Ewnî di axaftina xwe ya
civînekê da dibêje:
”Ziman ji bo milletên din amarê pêwendiyê be, zimanê kurdî ji
bo me hebûna me ye."
Xortekî bi navê Şiyar Şerîf Berazî jî gotiye, ”bira, were ez ji te ra rastiyekê bibêjim.“Li nava Hewlêrê menu û tabelayên gelek cafê û restorantan ne bi Kurdî ne. Li gelek cîhan karmendên kurd jî nîn in.”
Yanî him em zanin zimanê kurdî ji bo me hebûn e û him jî li Hewlêrê menu û tabeleyên aşxaneyan, qahwexaneyan û dikanan ne bi kurdî ne, bi erebî û tirkî ne.Karkerên wan bi kurdî nizanin, dibê meriv bi wan ra ya bi tirkî ya jî bi erebî bipeyive.
Ev rastî min bi xwe jî di sala 2011a da dît. Li Hewlêrê aşxaneyên garsonên wan tirk bûn, bi kurdî nizanîbûn min dît. Li balafirxaneyê karkirên dikanan, bûtîkan xerîb bûn, bi kurdî nizanîbûn.
Ji bo ku te tiştek bikiriya dibê te bi îngîlîzî bizanîbûya. Ev skandal e. Li balafirxaneya paytexta welatekî zimanê wî welatî pere nake, tu nikanî bi zimanê wî welatî alvêrê bikî.
Ez sond dixum, li dinyayê bêyî kurdan tu welatekî din sosireteke wiha qebûl nake.
Lê qet ne xema kurda ye. Ew bi dil û can fêrî tirkî, erebî û zimanên din dibin. Ji bo wan kurdî qet ne muhîm e. Ji bo wê jî qedir nadinê.
Hukûmetek, beledîyeyek, miletek çawa tiştekî wiha qebûl dike ez fêm nakim? ´
Kurdê li Hewlêrê here dikan, aşxane û qahwexaneya karkirên
wê bi kurdî nizanibin û bi wan ra bi tirkî, bi erebî bipeyive ew kurdekî/kurdeka
xwelîser e, ne tiştek e, merivekî ji ruhê kurdayetiyê şuştiye, amadeye bibe
tirk û ereb.
Min tu qewmekî din bi qasî kurdên başûrê Kurdistanê ji zimanê
xwe hez nake û heyranê tirkî be nedîtiye.
Helbetê li başûr yên baş, yên ji vê rewşê aciz in hene, lê hindik in. Hukûmet
ne li dijî asîmîlasyonê ye, milet jî ne li dijî asîmîlasyona tirkî ye. Lema rê
didin vê malwêraniyê.
Li Kurdistana başûr gelek însan bi fêrbûna tirkî bextewar
dibin, di her fersendê da dixwazin nîşan bidin ew çend peyvên tirkî fêr bûne. Çend
caran şufêrên texsiyê dema fêm kirin ez ji bakur im, bi min ra bi tirkî
peyivîn, ez pir hêrs bûm.
Li gelek aşxane û pastexaneyan menu bi tirkî, erebî, îngilîzî ye, lê kurdî
tune. Mesela farisî jî tuneye. Lê tirkî li gelek deran zimanê bazarê ye.
Sebebê vê jî ji ber ku em xwe biçûk dibînin.
Ji ber ku em ji zimanê xwe hez nakin.
Ji ber ku em tirkî, erebî di ser zimanê xwe ra dibînin.
Ji ber ku bi me ruhê netewî, şiûra netewî kêm e, zeîf e.
Ji ber ku hukûmet û rêvebirên me ne tu tişt in, ji bo wan ziman, kurdayetî ne
muhîm e. Lema jî qedir nadin zimanê xwe û midaxaleyî vê malkambaxiyê nakin.
Gava ez tiştên wiha dibihîzim ez ji hêrsa dîn dibim, dihelim. Lê çi bikim tişt
ji dest min nayê, korfahm, bêxîret pir in.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar