07 september 2021

Zewac

Rojekê Sokrates û xanima xwe pevdiçînin. Jinikê çi digot wî deng nedikir, lê gudarî dikir. Jinik ji hêrsa dîn bûye, satilek ava sar bi ser serî da kiriye.

Sokrates gotiye:

-Piştî hewqas gurre gurre tavan û şîrqîna birûskan jixwe ez li bende xunaviyekê bûm.

Li ser vê, ji xortên xwendekar yekî ji Sokrates ra gotiye:

-Bi ya te meriv bizewice ya jî bêkar bimîne? Gelo kîjan baş e?

Sokrates gotiye:

-Di herdu haletan da jî bizewicin. Heger xanima we baş derkeve hûnê bextewar bibin, xerab derkeve hûnê bibin fîlozof.

 

Şêlanker

Mêrik hatibû girtin, ji sûcê şêlandina bankê mahkime dibû. Di celsa dawî da ji ber tunebûna delîlan hakim biryara berata wî da. Gava hakim biryar eşkere kir, gelkî kêfa wî hat, got:

-Hakim beg, yanî nuha pere ji min ra ma ne wisa ?

 

Serxweş

Mêrk pir serxweş bû, rast û çep li ba dibû, nikanîbû rast bimeşe. Li yekî qelibî. Ji pa ra li yekî qelibî. Mêrik qeherî, got:

-Ma tu kor î, tu çi yî?

Yê serxweş got:

-Na ez ne kor im, baş dibînim. Him jî yekê dudu dibînim.

Mêrik got:

-Ê wê demê çima te xwe li min qeliband?

-Ji ber ku min tu jî dudu dît. Min xwest di nav we herduyan ra derbas bim, lê we rê neda min.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE