07 september 2021

Di tarîxa tirkan da qetlîam pir in


Tirkiye bi destê merivên irqçî, faşîst û bi metodên çetewarî, talankir ava bû.

Tirkan bi qetlîama 6-7ê îlona 1955a qira rûman anîn. Rûmên ji jenosîdê xelas bûn di sala 1964a da ji kok da paqij kirin, bi darê zorê giş celî Yûnanîstanê kirin û li ser mal û milkên wan rûniştin. Û ev qetlîam û tehcîr ji wan ra ma.
Eynî tişt gelek caran anîne serê me. Îro jî tiştên ji wî xerabtir jî dikin.
Şeş sal berê di şerê xendekan da Diyarbekir-Sûr, Lice, Farqîn, Nisêbîn, Dêrik, Silopî, Cizîr, Şirnex û gelek derên din bi tank, top û rakêtan wêran kirin, bi hezaran însan kuştin.
Ev qetlîam jî ji wan ra me.

Heta nuha tirkan çi qetlîam kirine giş ji wan ra meye, yek serokekî tirk jî di dadgeheke navnetewî da mehkime nebûye û nehatiye cezakirin.

Ji jenosîda êrmenîyan bigire, heta bi ya rûman, kurdan, asûrî-suryanîyan giş ji wan ra meye.

Lema jî mêrikan bêtirs welatan dagir dikin û kurdan bi sedhezaran ji bajar û gundên wan derdixin û çeteyên xwe di malên wan da bi cî dikin.

Li Efrînê, li Serê Kaniyê ev jenosîd kirin, dinyayê dengê xwe nekir, Neteweyên Yekbûyû, Yekîtiya Ewrûpayê bi gotinekê jî tirk rexne mekirin. Serokê Neteweyên Yekbûyî Erdogan pîroz kir, enîya wî ramûsa.

Heger jenosîda rûman a 6-7ê îlona 1955a ji wan ra nema, heger tirk wê demê bihatana cezakirin, îro nikanîbûn welatan dagir bikin û kurdan bi hezaran bikujin û bi milyonan koçber bikin.

 XXX

Heyeteke Misrê û Tirkiyê îro li Anqereyê civînekê çêdikin.

Erdogan çend sal berê xwe li Misrê rakişandin, got ez Rustemê Zal im, dibê hûn ji bin emrê min dernevin. Nuha jî xwe davêje dexlê Al Sîsî, dixwaze pê ra li hev were.

Bi Îsraîl ra, bi Sûriyê ra, bi Îraqê û Lîbyayê ra jî eynî tiştî dike.

Kultura mafya wiha ye, dema çav yekî bibire, dema kanibe bi yekî, pê li serî dike û dema nikanibe pê jî destê wî maçî dike, dide ser serê xwe.

Jixwe pêşiyan tirkan gotine: Zenda tu nikanî badî, dibê tu maç bikî.

Efendî fêm kir nikane zenda Sîsî bade, lema destê wî maç dike.
Carê fêr bûye, qet ne xema wî ye, berê diceribîne, çendakî dike birre birr û hirre hirr, dûra jî xwe davêje dest û nigan, pê ra li hev tê. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE