06 september 2021

Meriv nikane tirkî li kesî qedexe bike, lê meriv ne mecbûr e wek wan bike

Meriv nikana tirkî li kesî qedexe bike. Ev eşkere ye.
Ya din jî her kesê bi tirkî dinivîse ne xerab e.
Nivîsînî bi tirkî ya jî bi kurdî însên baş û xerab nake. Dibê ew jî were zanîn.
Lê li gorî fikrê min nivîsîna bi tirkî îro zirareke mezin dide me. Ez viya tim dibêjim.
Lê bi vê dîtinê, bi vê gotinê ez nabêjim her kesê bi tirkî dinivîse xerab e, dijminê min e.

Rexneyên min li ser zimên e, li ser karekî ye, ne li şexsîyetan e.

Erê meriv nikane tirkî li xelkê qedexe bike, lê meriv kane wek wan neke, bi tirkî nenivîse, nivîsên wan bi tirkî şirove neke.

Kesê bixwaze li ser nivîseke bi tirkî tiştekî bibêje dibê bi kurdî bike, ne bi tirkî.

Bira komentarên binê nivîsa tirkî giş bi kurdî bin. Ev yek ewê tesîreke pozîtîf li xwediyê nivîsê bike.

Wek di cimatekê da yek bi tirkî bipeyive, lê her kes bi kurdî bersîvê bidê, kes pê ra bi tirkî nepeyive.

Mesela heger ez nivîseke bi tirkî komentar bikim(kêm caran dikim)tu carî bi tirkî nakim, bi kurmancî dikim. Nivîskar û kesên din jî jî mecbûr dibin bi kurmancî bersîvê didin min. Yanî ev jî riyeke zexta civakî ye. Mesela arz û talebê ye, arz tim li gorî talebê çê dibe.

 

Edebîyat, çi nivîskî, çi jî devkî bi zimên dibe. Esera edebî berhemek zimên e. Malzemê edebîyatê jî tenê peyv e. Bi peyvan em fikrên xwe, hisên xwe, ya dilê xwe dibêjin, dinivîsin.

Roman, çîrok, şiîr bi kîjan zimanî hatibe nivîsîn ew edebîyata wî zimanî ye.

Ji ber wê jî berhemên kurdan bi tirkî nivîsîne ew malên edebîyata tirkî ne. Kurdbûna nivîskar romaneke bi tirkî, şiîr û çîrokeke bi tirkî nake malê edebîyata kurdî. Ziman esas e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE