05 september 2021

Li ser serdana CHPê ya Kurdistanê

 


Heyeteke CHPê çûye Kurdistanê. Gelek kes bi vê serdana heyeta CHPê kêfxweş bûne û hin teorîyan, hin speklasyonên xeyalî çêdikin.

Bi silavekê, bi serdanekê ne tirk guherîne, ne jî me tiştek bi dest xistiye.

Deh sal berê heyeta AKPê û Erdogan jî çûn Hewlêrê. Xwe pir dost û samîmî nîşan dan. Lema jî Erdogan û heyeta xwe bi Mesûd Barzanî ra sitrana ”vira Yêmen e” jî gotin.

Lê me dît eynî Erdoganî di mesela Kerkûkê da, di mesela hildana ala kurdî da, di referandûma serxwebûnê da çi anî serê Barzanî û kurdan.



Dibê em hewqasî ne saf û ne bêhafiza bin, dibê em bi silaveke tirkan, bi serdaneke wan hewqasî optimîst nebin. 

CHP, AKP ferq nake, giş neyarên  miletê kurd in û bi serdanekê dev ji neyartîya xwe bernedane.

Ez ne li hemberî zîyareta CHPê me, bira herin û werin. Lê dibê em bawer nekin tirk bi serdanekê guherîne. Ev sîyaet e. Gerek em jî sîyasî bin.

Heta mafê azadî û serxwebûna me qebûl nekin, viya nebêjin tirk(kîjan partî dibe ferq nake)dev ji dijminatiya xwe bernadin. Dibê em ji tarîxa xwe ders û ibretê bigrin, bêhişî malwêranî ye, me pir zirar jê dîtiye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE