05 september 2021

Corona malxerab tu tahm û lezet di jiyanê da nehîştiye

Tirsa ji epîdemîya Covîd-19ê(Coronayê) jiyan gelkî feqîr û ne xweş kiriye, tahm di jiyanê da nehîştiye.
Ka ew rojên berê, ka ew azadîya berê ?
Giş bûn xewn û çûn...
Em bûne gerrokên, muptelayên medyaya sosyal.

Em her roj wexteke pir dirêj, belkî jî nîvê roja xwe di medyaya sosyal da derbas dikin.

Di Instagramê da risman parve dikin, di twîtterê da meseleyên siyasî minaqaşe dikin, fikrê xwe dibêjin, twîttên xelkê dixwînin, rexne dikin, diecibînin, parve dikin.

Di YouTubê da vîdeoyan belav dikin ya jî lê temaş dikin. Di facebookê da risman bewlav dikin, nivîsên dirêj dixwînin, bi nas û dostan ra sohbet dikin.

Di WhatsAppê û messngerê da bi malbata xwe ra, bi dost û hevalan ra dipeyivin.
Di nabênê ra loqek nan dixun û 5-6 saetan radikevin. Em hew dibînin roj diqede û jiyan bi vî hawî derbas dibe.

Ez di facebookê û di twîtterê da aktîv im, di YouTubê da qet tune me, ez nizanim vîdeo mîdeoyan çê kim. Belkî carnan yên xelkê parve dikim.

Di Instegram  da jî risman kêm belav dikim. Belkî ji mehê carê jî rismekî belav nakim. Dilê min qet nekeliya ser Înstegramê. Yê min tenê blogg, facebook û twîtter e. Di van her sê platforman da ez her roj xuya dikim û hin tiştan belav dikim.

Gerr û seyahat jî wek berê nemaye, her kes di hundur mala xwe da, li herêma xwe hefs bûye. Ez û xanim her  roj saet û nîvekê, du saetan li dora malê digerin.

Yanî jiyan pir ne xweş bûye. Meriv netirse, guh nede corona, moronayê, bide nav nabe, bitirse, di mala xwe da rûne, ew jî ne tu hawa ye. Yanî tu tû kî jor simêl e, tu tû kî jêr rî ye.

Xwezîya meriv di devê meriv da dimîne, meriv nizane çi bike.

Welhasilî kelam vê coronayê em perîşan kirin û dibêjin ewê perîşantir bike.

Lê do min min da nav, ez çûm civîna Jan Dost. Jan Dost li Kitêbxana Kurdî kitêba xwe ”Destxeta Petersburgê” îmze dikir. Navê romanê bala min kişand.

Wek tê zanîn kitêba Mele Mahmûdê Bazidî ya li ser tarîxê wenda ye. Tenê naveroka wê, yanî navê nivîsên tê da heye, lê kitêb bi xwe heta nuha nehatiye dîtin.

Min got belkî hin tişt bi dest xistibe, hin agahiyên nuh li balê hebe. Lê tu tiştekî nuh negot. Romaneke xeyalî ye, mijar destxeta Mele Mahmûd û hevaltîya wî û Jaba ye.

Bi vê minasebetê min Hesenê Metê, Keya Îzol û çend hevalên din dîtin. Telewîzyona Kurdistan24 û Kurdistan TV ji min çend pirs kirin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE