05 september 2021

Minaqaşeyên li ser nivîseke Kemal Burkay

Ev çend roj in hin kes li ser nivîseke Kemal Burkay ketine gewrîya hev. Min jî di bloga xwe da li ser wê nivîsa Kemal Burkay tiştek nivîsî. Lê ez tevî minaqeşan nebûm, min hevza xwe ji minaqaşeyên bêfeyde kir.

Gelek kesan fikrên Kemal Burakay yên li ser dewletê, nasyonalîzmê û sosyalîzmê rexne kirin. Min jî tiştek nivîsî. Ez careke din wan meselan dubare nakim. Di vê nivîsa xwe da dixwazim li ser murîdên kekê Burkay çend gotinan bibêjim.

Heval û murîdên Kemal Burkay wek her tim dîsa bîntengî û bêtehamulîya xwe nîşan dan. Wek murîdên canfêda Kemal Burkay parastin û bi xurtî, bi ruh û can êrîşî kesên ew rexne kiribûn kirin.

Li ba hevalên Riya Azadî-Kemal Burkay tehemula rexnebûnê qet tune ye, nahêlin xumamî li Burkay vene, qebûl nakin kes ji Burkay ra bibêje te ev gotin şaş nivîsîye. Yanî şaşiyên îmlayê jî qebûl nakin.

Li Gorî wan Kemal Burkay merivekî bêkêmasî ye, bêqusûr e, di jiyana xwe ya siyasî da tu carî kêmasîyek, şaşiyek nekiriye, tim rast bûye, tiştê rast kiriye û her tim rast gotiye. Nuha jî çi bibêje rast e, dibê her kes jê ra li çepikan xe.

Rexnekirina Kemal Burkay kufir e, gunehkarîyeke mezin e. Çimkî Kemal Burkay jî wek Evdila Ocalan xasekî Xwedê ye, ewlîya ye.

Meriv xasê Xwedê rexne nake, tenê pesnê wî dide û jê ra silwatan vedide, dua dike, dibe murîdê wî.

Li gorî murîdên Burkay, hebûna lîderekî wek Kemal Burkay ji bo me şansekî mezin e, nihmetekî Xwedê ye, dibê em rabin û rûnin şikir bikin, wî bidin ser serê xwe û tu carî jê ra nebêjin gula te tahl e. Rexnekirina Kemal Burkay bêedebî û kufr e, bêhurmetî ye. 

Ji ber ku nivîsa Kemal Burkay bi tirkî ye yên ew rexne kirin jî bi tirkî rexne kirin, minaqaşe bi tirkî dom dike.

Di medyaya sosyal da ez rastî wan minaqaşeyan têm, hinekî bala xwe didim navan, lê tiştên bi tirkî naxwînim, wexta xwe nadim wan tiştan.

Kemal Burkay bi zimanê nivîsa xwe bû sebebê bi sedan kurd, bi rojan e bi tirkî binivîsin û bi tirkî têkevin gewrîya hev û bi hezaran kes jî hogirî tirkî bibin.

Ev jî xerabîyeke mezin e. Nivîsên bi tirkî dibin sebebê kurd li tirkî vebin, bi tirkî têkevin gewrîya hev û tirkî di nava kurdan da zêde belav bibe.

Bi bawerîya min dibê meriv tu carî bi tirkî bersîvê nede kurdan, dixwaze bira nivîs bi tirkî be.

Nivîs bi tirkî be jî dibê meriv bi kurdî bersîvê bide, bira ew mecbûrî kurdî bibe, bira kesên din jî bi kurdî binivîsin.
Yanî dibê meriv însên mecbûrî nivîsîna kurdî bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE