05 september 2021

Dibê meriv karê îro nehêle ji sibê ra

Em miletekî ne xwe xwedî dewlet in, wek ferd em nikanin karê dewlet dikin, dewlet li pişt in bikin. Ev ne mimkûn e.

Lê hin kar û xebatên ferd kanin bikin hene. Hin karên ferd kanin di warê madî da piştgiriyê bikin hene. Dibê em wan karan îhmal nekin.

Dev ji karên dewletê berdin, ji destê kê çi tê bira her kes wiya bike, bira kes tu zanînê bi xwe ra nebe gorrê. Dibê meriv destegê bide kesên zane, bira ew tiştan berev bikin, lêkolînan bikin. Ji bo ku zargotina me, tiştên gelê me xuliqandine wenda nebin. 

Em ji pêşîyên xwe gazinan dikin, dibêjin li pey xwe ji me ra tiştek nehîştin.
Şert û îmkanên me hezar qatî ji yên pêşiyên me zêdtir in, lê dîsa jî em ji wan pir ne baştir in, em jî ji nifşên li pey xwe ra tiştekî mezin nahêlin.
Dibê em mîrateke nivîskî, li pey xwe bihêlin.

 XXX

Yê miletekî bi hev ve digre, hestê netewî pê ra çê dike ziman e. Ziman him pira di nabêna do, îro û sibe da ye, him jî zamq û çîmentoya miletekî ye.

Heger zarokên me bi kurdî mezin nebin edebîyat, zargotin û muzîka kurdî jî bi me ra dihere gorrê.

 

XXX

Tirk, ereb, faris ne bes bûn, azerîyên zilamên tirkan jî li van dijminên me zêde bûne, ev demeke li Kurdistana Rojhilat êrîşî kurdan dikin, kurdan dikujin, mal û dikanên wan talan dikin. Çimkî Îran, Tikriye li pişt wan in. Bi îhtîmaleke mezin tiliya tirkan di êrîşan da heye.

Li Nexde dîsa êrîşî kurdan kirine, yek kuştine û 7 kes jî birîndar kirine. Heger dewlet ne li pişt be azerî nikanin çavsoriyê û serkutiyê li kurdan bikin. Em çi bikin, neyarên me pir in...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE