04 september 2021

Dijminên me pir zeîf ketine lê em bêtifaq in

Her çar dewletên dijminên me tu carî hewqasî zeîf, jihevketî û li dinyayê bêîtîbar nebûbûn.

Her çar dewlet jî di çavê dinyayê da bûne dewletên tiroviro, dewletên çete, dîktator, zorba û piştgir û hevalbendên terorîstên îslamî. Îtîbara wan di binê sifrê da ye, dostên wan pir hindik in û yên li dijî wan pir in.

Heger em xurt bûna, heger em li ser hev bûna, me bawerî bida dinyayê ev her çar dewlet jî ewê bi lextekê ji hev da biketana.

Lê halê me ji yê wan zêde ne başir e. Bêtifaqiya me umrê wan dirêj dike

 

XXX

Li Hezexê wesayîteke zirxî ya hêzên dagirker pê Mîhrac Mîrogluyê 7 salî kiriye,ew û piskilêta wî bi hev ra pelixandine. Dagirker xedar in, neyarên zarokên me ne jî. Lema heta nuha gelek Mîhrac kuştin.

Xemgîn im.

Heta em bindest bin ewê zarokên me jî wiha bikujin, bipelixînin. Ewlehiya tu ferdê miletê bindest, bêdewlet tune ye.

 

XXX

 

Çivîka difire birçî namîne, pir hindik qûtekî bi dest dixe, çivîka ji hêlîna xwe dernakeve tiştekî bi dest naxe, birçî dimîne.

Destê dixebite li ser zikê têr e.

Çi însan, çi heywan, çi jî teyr, yê dixebite, yê li ber xwe dide birçî namîne, motajî kesî nabe.

Mûrî(gêre) motajî çirçirkê nabe, lê çirçirk çelê zivistanê li derîyê mûriyê dixe û jê hinek xwarin dixwaze.

Yê bixebite, yê li ber xwe bide zû dereng bi ser dikeve...

 XXX

Tirk, ereb, faris ne bes bûn, azerîyên zilamên tirkan jî li van dijminên me zêde bûne, ev demeke li Kurdistana Rojhilat êrîşî kurdan dikin, kurdan dikujin, mal û dikanên wan talan dikin. Çimkî Îran, Tikriye li pişt wan in. Bi îhtîmaleke mezin tiliya tirkan di êrîşan da heye.

Li Nexde dîsa êrîşî kurdan kirine, yek kuştine û 7 kes jî birîndar kirine. Heger dewlet ne li pişt be azerî nikanin çavsoriyê û serkutiyê li kurdan bikin. Em çi bikin, neyarên me pir in..

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE