04 september 2021

Dersa malê

Mamoste di sinifê da ji zarokan pirsî, got:

-Kê wezîfa malê çêkiriye?

Xwendekarekî destê xwe bilind kir, got:

-Bavê min...

Mamoste got:

-Hemû wî çêkir?

Xwendekar:

-Na ne hemû, min jî alîkariya wî kir...

 

Poşmanî

Şerê jinikê û mêrik bû, ketibûn gewrîya hev. Jinikê bi hêrs got:

-Bes e ji derdê te! Wele êdî ez dixwazim bimrim. Xwedê ruhê min bistenda, ez ji te xelas bibûma !

Mêrik got:

-Ma qey derdê te tê kişandin? Wele ez jî dixwazim bimrim û ji te xelas bibim.

Jinikê got:

-Ê wê çaxê ez dev ji mirinê ber didim, tu bimre ezê ji te xelas bibim.

 

Makîna derewa

Li Amerîkayê mûcîdek çû dahîra emnîyetê, ji şefê pûlisan ra bi heyecan got:

-Min makîna kesê derewa dike tavilê eşkere dike îcad kiriye. Kîjan sûcdar derewa bike, hûnê di cî da bizanibin derewa dike. Ma hûn naxwazin makîneyeke wiha bikirin?

-Şef mizicî, got:

-Ne hewceyî makînê ye. Ez bi yekê ra zewicî me ji makîna te jî xerabtir e, di derewa herî biçûk jî derdixe...

Tercîh

Li nexweşxanê tuxtor ji nexweşê xwe pirsî:

-Şurûba do min da te, te vexwar?

Yê nexweş got:

-Na, min venexwar.

Tuxtor matmayî ma, got:

-Çima?

Mêrik milê xwe hil kir, got:

-Min hinek jê tahm kir, lê zelindar bû, lema min kuxuk tercîh kir.

 

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE