03 september 2021

Dewleta herî xerab hezar qatî ji vê bindestîya me baştir e !

Kemal Burkay di nivîseke xwe ya bi tirkî da hinekî henekê xwe bi kurdên nasyonalîst, kurdên dibêjin tim bira dewleteke me hebe, çawa dibe bira bibe, kiriye, gotiye:

”Dixwazin meriv rojê hezar carî bibêje ”kurt kurt(heta ne wisa jî, dibê meriv bibêje kurd kurd û bira dewleteke me hebe.”

Wer xuya dike minaqaşe û daxwazên dewleteke kurdî Kemal Burkay hinekî aciz kiriye, li gora wî dibê kurd hewqasî qala giringîya dewletê, serxwebûnê nekin. Dewlet her tim ne xelasî ye, ne çare ye. Dewlet hebe jî kedxwarî û zulm kane neqede, berdewam be.

Lema jî gotiye dewlet her tim rehetiyê nade milatan, gelek milet hene xwedî dewlet in, lê belê di nav sînorên wê dewletê da keda kedkaran tê xwarin, zulm li wan dibe. Û dûra jî numûne daye, gotiye:

”Di dema Hîtler da dewleteke alman hebû. Îraqa dema Seddam. Îrana di bin îdareya meleyan da. Vana hemû dewlet in. Baş e van dewletan ji gelên xwe ra azadî û bextewarî girtin binê garantiyê?”

Wer xuya dike kekê Kemal Burkay hîn fêm nekiriye rejîm û dûzanên dewletan jî wek serok û hukûmetên wan ne ebedî ne, rojek tê ew diçin, hinên ji wan baştir tên.

Bira dewleta me hebe, bira dewleteke xerab be, emê biguherin û yeka baş ava bikin.
Yanî dewleta meriv hebe meriv kane biguherîne. Lê gava meriv wek me kurdan bindest û bêdewlet be, tu tiştekî em biguherînin, baştir bikin tune ye.

Bira nuha dewleteke me heba, bira wek Îranê, wek Îraqê, wek Tirkiyê bûya. Lê dîsa jî hezar qatî ji vî halê me yê bindest û rezîl baştir bû.

Rejîma Hîtler pir xerab bû, rast e. Lê rojek hat rejîm giherî, Hîtler ket û Almanya bû dewleteke modern, pêşketî û demokrasîyeke bûye sitara bi milyonan kes û kurdên bêdewlet.

Rast e Seddam jî pir zalim bû, lê ew jî çû. Rejîma nuha jî ne baş e, gelkî xerab e, ev jî rast e. Lê çawa Seddam ket, ev rejîm  ewê jî rojekê bikeve û kesên ji wan baştir ewê werin ser hukim. Ev yek qaîdeyeke tabiî û ya pêşketinê ye. Ewrûpa jî 300-400 sal berê ne wiha bû, lê guherî.

Rojekê Komara Îslamî, meleyên Îranê jî ewê têk biçin û dûzaneke nuh ewê çê bibe.
Yanî tu tiştekî ebedî tuneye, her tişt diguhere, dimre û tiştên nuh dixuliqin, dikevin dewsê. Dewlet jî tu tu carî wek xwe namînin.

Ma ka împaratoriyên berê li ku ne?
Lema jî ji bo me kurdan dewleta herî xerab ji bêdewletiyê baştir e. Siyasetmedarê ev yek fêm nekiribe, viya nebêje ji siyasetê tiştek fêm nekiriye.

Bira dewleteke me çê bibe bira wek Tirkiyê, wek Îranê, wek Îraqê be, emê micadela xwe bidin, şerê xwe bikin, rejîma xerab biguherin û dewleteke modern û demokratîk ava bikin.

Miletê xwedî dewlet xwedî meclîs e, xwedî al e, xwedî artêş e, xwedî hêzên ewlekarîyê ye, xwedî dibistan û zanîngeh in, xwedî nasnameyeke netewî ye, dinya nas dike, zarokên wan bi zimanê xwe dixînin, yanî heye û heye...
Lê yê me kurdên bindest û bêdewlet çi yê me heye?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE