Kurdekî bi navê Kadîr Amaç ji xwediyê Weşanxana Avesta Abdullah Keskîn ra bi uslûbeke gelkî ne xweş û cilq gotiye:
”Tu ji tirkan fêrî xapandinê bûye. Ez
baş zanim tu ji her nivîskarê dixwaze kitêba xwe biweşîne di nabêna 2 hezar û 3
hezar euro pere distînî."
Wele 2-3 hezar euro perakî pir e, diyar e di nava me da nivîskarên zengîn jî
hene. Xwezî Kadîr Amaç hema navek bigota. Lê tenê îtham kiriye û ew jî bi zimanekî
gelkî cilq kiriye.
Ji ber ku Avestayê tu kitêbên min neweşandiye, lema jî ez nikanim tiştekî bibêjim. Lê gelek nivîskaran gotine ev îdîa Kadîr Amaç ne rast e, vir e.
Feqet bi bawerîya min heger Avestayê ji hin nivîskaran pere girtibe jî ne qebhet e, bazareke di nabêna nivîskar û weşanxanê da ye. Heger nayê hesabê nivîskar bira qebûl neke…
Weşanxaneyek kane ya ji ber ku kitêbek ne hêjayî weşanê ye ya ji ber ku ji nivîskarê kitêbê heza nake, ya jî ji ber sebebekî din neweşîne. Lê xwediyê kitêbê kane bi perê xwe kitêba xwe bide weşandin.
Min ”Antolojîya çîrokên zarokan” ji Avestayê ra, ji Perî yê ra, ji Nûbiharê ra şand, lê neweşandin. Dûra Rûpelê weşand, nuha jî min da Weşanxaneya DARA.
Ne hemû, lê gelek weşanxaneyên kurdî îdeolojîk in, ji bo ku kitêba te biweşîne ya dibê tu dostê xwediyê weşanxaneyê bî, ya jî torpîla te hebe.
Yanî kalîteya kitêbê bi xwe têra weşanê nake. Mesela ”Antolojîya çîrokên zarokan” kitêbeke pir baş e, lê Avestayê jî, Nûbiharê jî û Perîyê jî neweşand.
Ne ku kitêb ne hêja yî weşanê ye. Bi texmîna min ji ber ku kêfa wan ji min ra nayê, ji min hez nakin lema neweşandin. Belkî sebebekî din hebe.
Lê heger texmîna min rast be jî ez tu carî xwe ji xwediyên Avestayê û Nûbiharê aciz nakim. Ew ne mecbûr in ji min hez bikin, ne mecbûr in kitêba min biweşînin. Kêfa wan ji min ra nayê û kitêba min baş be jî naweşînin.
Merivê kêfa meriv jê ra neyê, meriv kitêba wî neweşîne normal e. Ez normal dibînim û xwe naxeyidînim.
Kitêba min ”Stirîyên me” jî kesî neweşand. Min ji Nûbiharê û ji APECê ra şand, di medya sosyal da ez li weşanxaneyekê gerîyam, kesî neweşand. Ji ber ku nivîskar Zinarê Xamo ye lema mişteriyên wê çê nebûn.
Dawîya dawî min bi perê xwe da çapkirin û belaş belav kir.
Yanî Avestayê ji hin nivîskaran, ji bo hin kitêban pere girtibe jî ne sûc e, ne jî qebhet e, nexwestiye kitêbê biweşîne, nivîskar bi perê xwe kitêba xwe daye çapkirin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar