02 september 2021

Gerek kurd êdî oto-asîmîlayonê qebûl nekin !

Ez dibêjim êdî wext hatiye, hetta pir jî derbas bûye, kesên bi kurdî nizanin ya jî kurdîya wan qels e û tirkên bi kurdan ra di siyasetê da xwe bidin paş, rê bidin kesên bi kurdî zanin.

Çiqasî baş û fedekar dibe bira bibe, kesê/kesa bi kurdî nizane ya jî kurdîya wî/wê zeîf e ya jî tirk e dibê êdî nebe berdevk û siyasetmedarê, siyasetmedara miletê kurd.

Siyasetmedar, parlamenter dibê êdî bi kurdan ra bi tirkî nepeyivin. Dibê kurd êdî oto-asîmîlasyonê qebûl nekin, red bikin !

Kurdên bi kurdî nizanin û tirkên bi kurdan ra dibê xwe bidin paş, dibê kesên bi kurdî zanin derkevin pêş, ew bibin serok û berdevkên kurdan.

Ew bi xwe viya nekin, dibê kurd kesê/kesa bi kurdî nizane nekin siyasetmedar û serokên xwe, li kesên bi tirkî peyivîn gudarî nekin. Yanî li hemberî asîmîlasyonê dibê em seferberligê îlan bikin.

 

XXX

Min kitêba Theodor Herzl Dewleta Cihûyan nuha qedand. Dibê kurd him vê kitêbê, him jî bîranînên Herzl bixwînin. Di her duyan da jî gelek serpêhatî û hedîseyên em jê dersê bigrin hene.

Ez ji bo kurdên rojhilat, rojava û başûr tiştekî nabêjim, lê ji bo ku em kurdên Kurdistana Bakur jî wek cihûyan bibin xwedî dewleteke serbixwe, ji me ra jî serokên, siyasetmedarên wek Herzl lazim jin. Bi bawerîya min heta yên wer dernekevin em nikanin zora tirkan bibin.

Dr. Saîd Kirmizitoprak serokekî di kapasîteya Herzl da bû, lê ew jî bi rengekî pir trajedîk ji dest me çû.

Lê helbet surprîzên siyastê pir in, lê ez realîteya me wiha dibînim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE