02 september 2021

Hêzên dagirker agir berra welatê me dane

 


Ev demeke li gelek herêmên Kurdistanê şewatên mezin hene. Li Dêsimê, li Bedlîsê şewatên mezin çê bûn. Nuh jî li Şemzînanê şewat heye. Li hin deran hîn venemirandine, şewat berdewam in.

Ev ne şewatên jixweber, tesadufî ne, bi bomberan û topbaranên dewletê tên derxistin.

Li hin ciyan leşker bi qestî daristanan dişewitînin. Heger ne tiştekî wiha be, hewqas şewat li pey hev, bi hev ra çê nabin.

Salên berê li Kurdistanê tu carî şewatên bi vî rengî û hewqasî pir çê nedibûn.
Hêzên dagirker tebîeta, xweza welatê me kirin qirik, her der şewitandin.
Ji ber ku tiliya wan di şewatan da ye venamirînin, bi rojan lê temaşe dikin. Heger ne wisa bûya ewê tavilê vemirandana, ji bo vemirandinê bixebitiyana.
Lê bi qasî xuya dike demekê li şewatan temaşe dikin, di ser guhê xwe ra davêjin.

Ev wahşet e, sûcekî li dijî însdanîyetê ye.

 

XXX

Hin însan hene bêbext in û lema jî ji derewan, ji buxtanan hez dikin.

Bi gotinê, bi rexnekirinê rast nabin. Kurmê şîrî heta pîrî. Mêrikê bêbext tu carî dev ji vir û buxtanan bernade. Mar tenê post diguhere, xuyê xwe naguhere.

 XXX

Ez dibêjim êdî wext hatiye, hetta pir jî derbas bûye, kesên bi kurdî nizanin ya jî kurdîya wan qels e û tirkên bi kurdan ra di siyasetê da xwe bidin paş, rê bidin kesên bi kurdî zanin.

Çiqasî baş û fedekar dibe bira bibe, kesê/kesa bi kurdî nizane ya jî kurdîya wî/wê zeîf e ya jî tirk e dibê nebe berdevk û siyasetmedarê, siyasetmedara miletê kurd.

Kurdên bi kurdî nizanin û tirkên bi kurdan ra dibê xwe bidin paş, dibê kesên bi kurdî zanin derkevin pêş, ew bibin serok û berdevkên kurdan.

Ew bi xwe viya nekin, dibê kurd kesê/kesa bi kurdî nizane nekin siyasetmedar û serokên xwe, li kesên bi tirkî peyivîn gudarî nekin.
Yanî li hemberî asîmîlasyonê dibê em seferberligê îlan bikin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE