01 september 2021

Min mîvanê xwe bi rê kir


Mîvanê min(Evdile Koçer) bîstek berê, piştî me xurîniya kir, lêxist çû. Camêr li ereba xwe ya bi mal(karawana) siwar bû û berê xwe da Kopenhagenê.

Mîvanê min wek min ne yekî gundî û nezan bû, camêr bi telefonekê û bi GPSê li Ewrûpayê bajar, bi bajar, qul bi qul gerîya bû.


Bêyî ku ji min rê bipirse, ya jî alîkariyê bixwaze, hat li ber mala me, li ciyê parkê sekinî; got va ye ez hatim.





Xwezî ez jî hewqasî jîr bûma, minê jî wek wî bi gerrê dilê xwe rehet bikira. Lê yê min ne ehlîyeta min heye, ne jî mala min a seyar.
Bi Xwedê pisiklêta min jî tune ye. Xortên vî zemanî gelek tiştan zanin.
Ez feqîrê Xwedê pir paşdamayî me, tenê zanim binivîsînim. Xwedê kir ew ji destê min tê, ya na ezê tew sifir bûma...

Mîvanê min zêde nema, wek min got bi roj û şevekê qîma  xwe anî. Lê got min êdî rê nas kir, rojekê hûn kanin hew binêrin ez ketime hewşê.

Me bi hev ra rojek xweş derbas kir. Stockholm pir ne mezin e, lê helbet dîsa jî rojek têrê nake.


Min mîvanê xwe berê bir hinekî li daristanê gerand. Çimkî got ew ji tebîetê, ji hişiniyayê, ji gera li daristanê hez dike.


Piştî vê agahiyê, min berê wî da daristanê, em çûn li dora du saetan gerîyan. Dûra em çûn mal, me qahweyeke kurdî vexwar, bîstekê bîna xwe girt û dûra jî me berê xwe da bajêr. 

Em hetanî êvarî(muxrib)li çend ciyên Stockholmê yên xweş gerîyan.



Heta ji min hat, min xwest derên herî xweş nîşanî mîvanê xwe bidim. Ji bo ku nebêje Zinarê xamo ez negerandim. Ez ne rêberekî baş im, lê çi ji destê min tê dikim. Hêvî dikim mîvan ji mazûbên memnûn mabe.

XXX

Gelî dost û hevalên hêja. Min îro gotibû Evdile Koçer mîvanê min e. Min mîvanê xwe li Stockholmê hinekî gerand. Derên herî xweş nîşanî wî da. Hêvî dikim ji rêberîya min memnûn mabe.


Nuha em rûniştine û sohbet dikin. Lema jî îmkana ez tiştekî binivîsim tuneye. Bira îro jî wiha be.

2021-08-31

XXX

Evdile Koçer îro mîvanê min e. Bi hatina vî mîvanê ezîz pir kêfxweş bûm. Nuha êdî dora gerê ye. Ezê rabim mîvanê xwe bigerînim.

2021-08-31

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE