16 december 2021

Li Tirkiyê 24 kes bi alkola sexte jahrdadayî bûn û mirin

Li Tirkiyê li 8 bajaran 24 kes bi alkola(meya, araqa) sexte jahrdadayî bûn û mirin.

Li Stenbolê, Antalyayê, Meraşê, Dîlokê, Sêwasê, Erzînganê,

Mêrsînê û Yalowayê 24 kes bi alkola sexte jahrdadayî bûn û mirin û gelek kes jî di nexweşxaneyan da tên tedawîkirin.

Di nava çend rojan da mirina 24 kesan bi alkola sexte felaketeke mezin e.

Gelek kes jî di nexweşxaneyan da li ber mirinê ne. Jimara wan nehatiye gotin.

Tiştê meriv dibîne sextekarî ne li herêmekê, li bajarekî tenê ye, li 8 bajaran û qezayên wan belav kirine. Yanî şebeke pir mezin e.
Xeta xwar ji gayê pîr e, masî ji serî genî dibe, kahnî ji çaviyê şolî dibe.

Araqa sexte, bi jahrî ne li aşxaneyan tenê, li 5 bayîyên (dikanên)Tekelê jî girtine. Ne yek, ne dudu, pênc heb. 

Yanî bayîyên araqa Tekelê difroşin jî di nav vê şebeka sextekariyê da ne. Civat pir riziya ye, kufikî bûye.

Li Tirkiyê sextekarî tim hebû, lê bi rejîma îslamî ra berfireheti bû, bû kar û sinetê gelek kesan. Çimkî felsefa rejîmê sextekarî û xapandin e.

Tirkiye bûye wek erdekî mayinkirî, çarhawêlî însanan kemîn û talûke ye, her tim îşek, felaketek kane were serê meriv. Bayîyên tekelê jî alkola sexte difroşin.

Kurdino, ez ketime bextê we, bira haya we ji we hebe, kesên hûn sedîsed jê ne bawer bin araqê jê nekirin, herin ji Tekelê bikirin. Bayîyên hûn nas nakin araqê jê nekirin. Aşxaneya hûn nas nakin lê araqê venexwin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE