15 december 2021

Tirk dixwazin li vê dinyayê kurd tunebin

Berdevkê PDK-Bakur Hişyar Ozalp, piştî dadgeha qetlîama malbata Dedeoglullari gotiye, ”dinyayeke bê kurd dixwazin, ji bo wê ev qetlîam çê bû.”

Rast e, lê ne qatilê 7 ferdên malbata Dedeoglullari bi ser hev da kuştin tenê, hukûmeta AKPê jî, piraniya tirkan jî dinyayeke bêyî kurd dixwazin. Dixwazin li vê dinyê kurd tunebin û ji bo ku koka kurdan biqelînin çi ji destê tirkan tê texsîr nakin.

Ji bo wê ye 3 beşên Kurdistanê dagir kirine û her roj çend derên Kurdistanê bombebaran dikin.

Perê Tirk ê hesinî(madenî) hewqasî bêqîmet bûye, êdî însan ne wek pere, wek xurde difroşin xurdeciyan. Xurdecî 2 hezar 500 lîrayê tirk ê hesinî bi 4 hezara dikirin.

Di nêzîk da perê kaxetî jî ewê bibe wek kaxeta avdestxanê.

Du rê li ber tirkan heye, ya ewê xwe bi qurbana efendî kin û mafê kurdan qebûl bikin, ya jî wek afganan ji birçîna(jinêza) ewê bi çolan kevin.

 

XXX

Yekî nêzî Erdogan ji medyayê ra gotiye, îhtîmal heye di demeke nêzîk da li seranserê Tirkiyê urfî îdare(îdareye leşkerî) were îlankirin.

Ji bo ku kes nikanibe ji bin da dengê xwe bike, birçî nikanibin bibêjin haho, em birçî ne !

Tu çi bikî jî bêfêde ye, xelasiya te tune ye, dîwarê tirsê hêdî huldişe.

Esas nuha jî li Tirkiyê urfî îdareyeke ne resmî heye, lê diyar e Erdogan dixwaze viya têxe resmîyetê.

Bi Xwedê tu devê her kesî band bikkî jî, nigê her kesî li qeydê xî jî êdî xelasiya te tune ye, çimkî problem tu yî, dîktatoriya te ye. Heta tu li ser hukim be halê tirkan ewê tim ev halê rezîl be. Tirk hêdî hêdî vê rastiyê fahm dikin.

XXX

Perê Tirk ê hesinî(madenî) hewqasî bêqîmet bûye, êdî însan ne wek pere, wek xurde difroşin xurdeciyan. Xurdecî 2 hezar 500 lîrayê tirk ê hesinî bi 4 hezara dikirin.

Di nêzîk da perê kaxetî jî ewê bibe wek kaxeta avdestxanê.

Du rê li ber tirkan heye, ya ewê xwe bi qurbana efendî kin û mafê kurdan qebûl bikin, ya jî wek afganan ji birçîna(jinêza) ewê bi çolan kevin.

 

XXX


Hespa kihêl têr xwar wê biponeje, bergîrê têr xwar wê hayke tirra û bide zîtika.

Destê tirkan hinekî hatibû ber devê wan, har bûn, êrîş birin ser kurdan, bajarên kurdan dagir kirin. Nuha jî bi parsê ketine, li nanê tisî hesilî ne. Ev nîna ye, tirnîna hîna maye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE