15 december 2021

Devê rast û devê xwar ji hev xuya ye

Deve her du çavên xwe girtin û da nav erdê pembo. Ji wî wetnê kes wî nabîne.

Hin siyasetmedar jî wer bawer dikin kes nabîne ew çi dikin. Lê ne wisa ye.

Devê rast û devê xwar ji hev xuya ye, xelk dibîne kî rast dibêje, kî derewa dike. Reva pisikê heta kadînê ye.

Mesela wa ye cî li Erdogan teng bûye, dawiya derewan hat. Evy ek ji bo me kurdan jî wisa ye, xelk dibîne kî çi dike, kî rast dibêje, kî derewa dike?

Lema jî yê rastgo dibê bêtirs be, bira yê virek ji xwe bi tirs be.

Devê xwar ken lê nabe sitar.

XXX

Ji avê ra gotin:

"Avê, çima deng ji te tê?"

Avê got:

"Hevalên min kevir in, lema."

Yê min jî ji ber ku hevalên min giş kurd in carnan bêhemdî bahjînî ji min tê.

Wê demê jî hinek dibêjin, ma te xêr e, tu ji xelkê çi dixwazî?

Ez nizanim ez çi bikim?

Deng dikim direqisim, deng nakim difetisim.

Welhasilî kelam, kurdbûn tim zor bû, lê nuha gelkî zortir bûye.

 

XXX

Pêşiyên me gotine bira namûs û şerefa meriv li cî be, bira pariyê meriv nîvçe be.

Hevalbendiya dijmin, piştgiriya hêzên dagirker bênamûsî ye. Yê piçek xîret pê ra hebe, bîvila wî/wê bişewite nebe hevalê kesên welatê wî dagir kirine.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE