15 december 2021

Kurdî halê xwe wer dî !

Dibêjin camêrek hebû, dema nanê wî hebû dewê wî tune bû, dema dewê wî hebû nanê wî tune bû. Dema her du jî hebûn ew ne li mal bû.

Welhasilî kelam xwarina nan û dew bi hev ra tu carî nebû qismet û nesîbê wî.

Me kurdan berê digot, ji bo ku em ji bindestiyê xelas bibin, Kurdistanê û dewleta xwe ava bikin kes alî me nake. Heger dostên me hebûna, Amerîka, hin dewletên zurt alî me bikirana me yê dewleta xwe çêkira.

Nuha ne yek û dudu, bi dehan dewletên xurt alî me dikin, sîlehan didin me, bi leşkerên xwe me diparêzin, yek dihere, yek tê, her roj li ber me digerin, dibêjin em ketine bextê we li hev bikin, tifaqa xwe çêkin, çekdarên xwe bikin yek.

Lê ev 30 sal e em serî li xwe digerînin û dewleta xwe ava nakin. Me Kurdistan li hev par kiriye, her partiyekê çend bajar girtine bin kontrola xwe û ji halê xwe memnûn e.

Yanî wek vê çîrokê, nan heye, dew heye lê em li meydanê tune ne. Dijmin zeîf e, ji taqet da ketiye, dost pir in lê em tune ne.

Ard heye, rûn heye, şekir heye, lê hosteyê helawê çêke li meydanê tune ye.
Di tarîxa miletê kurd tu demê ne em li her çar perçên Kurdistanê hewqasî xurt bûne, ne dijminên me hewqasî zeîf bûne û bi hev ketine û ne jî alîkarên me hewqasî zêde bûne.

Li başûr û rojavayê Kurdistanê fersenedeke tarîxî, pir mezin ji bo me peyda bûye, heger em vê fersendê jî ji dest bidin û vê carê jî nebin xwedî dewleteke serbixwe, çû ji me da, xelasiya me êdî ji mûcîzeyê jî wêdatir e.

Ev fersend ne bêdawî ye, piştî demê Amerîka, Fransa û dewletên din ewê dev ji me berdin, a wê demê ereb û tirk ewê me li hewa bixun. Sebebê vê yekê jî serok in, partiyên xwedî hêz in.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE