14 december 2021

Ji tirkan ra ev perîşanî hindik e

Bi Xwedê tiştê hatiye serê tirkan heq û misteheqê wan e, ew tam layiqî serokekî wiha û perîşaniyeke wiha ne.

Hewqasî perîşan bûne êdî nanê tisî jî bi destê gelekan nakeve. Kes nikane qedeh şîr bide zarokên xwe.

Li dinyayê perê herî bêqîmet, perê her roj, her saet ji qîmet da dikve perê tirk e.
Bi sedhezaran însan nikanin kiriya xaniyê xwe, heqê elektirîk û ava mala xwe bidin.

Bi milyonan însan nikanin deynê xwe bidin, ketine îcrayê. Yanî milet perîşan e, birçî ye.

Lê Xwedê heye, tirk ji merivê diz, sextekar û derewçîn hez dikin. Û ji bo wê ye ev 19 sal in Erdogan ji ser hukim danaxînin.

Çimkî wer bawer dikirin Erdogan ewê wan jî wek xwe zengîn bike.
Dema diziya Erdogan derket piraniya tirkan gotin tişt nabe, bira bidize, ew hinekî dide me jî. Dizên berê qurişek nedidan me.

Lê Erdogan qenekê me ji diziya xwe mahrûm nake, para me jî dide. Yên berî wî qurişek nedidan me.

Piraniya tirkan digotin heyra diz miz, mêrik ji simîtfiroşiyê bû xwedî trîlîyonan. Ew riya zengînbûnê baş zane, ewê me jî wek xwe zengîn bike. Ji bo ku meriv zengîn bibe, halê meriv xweş bibe dibê meriv bidize. Erdogan vî karî baş zane û milet jî jê bêpar nahêle.

Lema jî wî çiqas dizî, gotin li te xweş helal be, hinekî bide me jî.
Nuha jî wek gurên birçî li kolanan dizûrin, bi hezaran dikevin dora nanê erzan. Yanî piraniya tirkan êdî motajekî nanekî tisî ne.

Wan Erdogan xwest, wan dewlet teslîmî şexsê wî kirin, ji bo ku Erdogan ji diziya xwe hinekî bide wan jî. Û ji bo ku Erdogan li gorî dilê wan kurdan bikuje.

Lê nuha tiştê were dizîn nema ye, Erdogan heta bigihîje qasa dewletê jî rût kiriye, nikane nanê erzan jî bide wan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE