21 december 2021

Emanet

Mêrik ji êvar da bû giramafona xwe negirtibû, wer li muzîkê gudarî dikir, pîlaqek dida ser, yek radikir. Derengê şevê deriyê wî lêket. Çû derî vekir. Yê li ber derî lawê cîranê wî bû. Matmayî ma, got:

-Xêr e ?

-Lîwik got:

-Bavê min got bira giramafona xwe îşev bi emanetî bide me.

Mêrik şaş ma, got:

-Xêr e, qey bavê te dike piştî vê saetê bi diya te ra dansê bike?

Lîwik got:

-Na, ji bo ku em dixwazin rakevin...

 

Dost û bira

Di civînekê da tirkekî ji siyasetmedarekî kurd pirsî:

-Tu bi çavê dostan li tirkan dinêrî ya jî bi çavê biratiyê?

Yê kurd got:

-Bêguman bi çavê biratiyê li wan dinêrim, çimkî dostên xwe meriv bi xwe hildibijêre.

 

Bawer nake

Ji pîrê ra gotin:

-Pîrê, xwazginiyên te hatine.

Pîrê got:

-Wele xeber xweş xeber e, lê min jê ne bawer e.

Carnan meriv hin xeberên xweş dibihîze, dixweîne lê jê bawer nake.

 

Komedî û drama

Artîstekî henekê xwe bi sinetê komedîyenekî meşûr dikir. Got:

-Ez fêm nakim çi qîmeta kenandina milet heye? Ya zor bigirîkirine, ez wiya dikim.

Yê komedîyen got:

-Ya tu dikî pîvaz jî dike. Ma tu kanî sebzeyeke meriv dide kenandin nîşanî min bidî?

Paye

Mêrik berdilk(pêşmal) dabû ber xwe û fera û folên malê dişuşt. Keça wî ya biçûk çû hindê, jê pirsî:

-Bavo, paye çi ye?

Mêrik sehana destê xwe danî ser refê û got:

-Mêze keça min, gava diya te dibêje ez reîs û mezinê malê me, payakê dide min

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE