21 december 2021

Reîs milet li hev şaşomaşo kiriye

Bi daketine buhayê Dolar û Euro ra li Tirkiyê û li Kurdistanê gelek kesan qirîza dil derbas kirine.

ên Dolar bi 17 lîreyî kirîbûn li çonga xwe dixin, porê xwe dirûçikînin, dibêjin Reîs dîsa mala me wêran kir.

Dolar bilind dibe em zirarê dikin, Dolara dadikeve dîsa em zirarê dikin. Ev çito îş e?

Li Batmanê ji ber nexweşên dil li nexweşxaneyan cî nemaye.

Ji Do da ye tuxtor bê xew in, ji vê malê, direvin wê malê.

Dibêjin wezîrê maliyê yê berê Kemal Unakitan li ser qeyranên wiha gotibû:

-Em malîyecî ji qeyranên(buhranên)wiha ra dibêjin dawşandina ehmeqan…

Erdogan jî viya dike, geh bilind dike, geh dadixîne û kesên çend qurişên wan heye dawdişîne, pê merivên xwe zengîntir dike.

 

XXX

Erdogan dîsa hoks-pokusek kir û qîmeta Lîra Tirkiyê hinekî bilind kir.

Hemleyeke ne xerab e, zîrekane ye, lê dîsa jî ez bawer nakim ev hokus-pokus ekonomîya Tirkiyê ji vê qirîzê xelas bike. Qulik mezin e, pîne biçûk e. Bi hîle û xapandinên wiha ev îş hel nabe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE