21 december 2021

Haya me ji şerpezetîya me tune

Kêsrek* rûniştiye li halê kevir kûr, kûr giriya ye, gotiye ”baran hat kevirê çawa bike?”

Hin kurd haya wan ji halê wan ê şerpeze, giriyê meriv pê tê tune; perîşanî, bindestî û êsîriya xwe nabînin, diçin gazî û hawara koçberên afganî, ereb û afrîqî. Li ser wan tiştên kezebşewat dibêjin.

Bawer bikin halê me kurdan ji yê her koçberê hûn ji bonê digrîn û alîkariyê pê ra dikin xerabtir e.

Li çar perçên Kurdistanê em bindest in, xelk zulmê li me dike. Bi sedhezaran kurd bi darê zorê bi çolan xistine û bi sedhezaran neyarên kurdan di gund, bajar û malên wan da bi cî kirine.

Bi sedhezaran kurd serê salan e li welatê xwe di çandiran da dijîn.
Bi sedhezaran ereb li Kurdistana Rojava, li bajarên rizgarkirî bi cî bûne, jimara wan ji ya kurdan bihurî ye.

 Yanî li herêmên rizgarkirî jî kurd bûne mînorîtet.  Demografiya Kurdistana Rojava li hin herêman bi dagirkirinê, li hin herêman jî bi koçberiya ereban hatiye guhertin, em li welatê xwe bûne mînorîtet.

Ji dêlî em giş rûnin, li çonga xwe xin, porê xwe birûçikînin, ji vî halê xwe yê perîşan ra li çareyekê bigerin, wek em ferdên miletekî azad û xwedî dewleteke serbixwe bin alîkariya erebên, koçberên xwedî dewlet dikin, ji bo wan serê xwe diêşînin.

Gelî keç û xortên hêja, dibê hûn bizanibin em di halekî pir perîşanl da ne.
*Kêsrek: Axa baranê lê kiriye, hişk û xulorokî bûye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE