22 december 2021

Di nav çend salan da me ji îspanîyan jî derbas kir

Berê, hetanî salên 1980-2000î jî gîtar di muzîka kurdî da tune bû, tembûr, ûd, cumbûş û keman hebû.

Xortan bi piranî jî li tembûrê disxistin. Jixwe di muzîka elewî da tembûr/saz amûra(enstrûmana)sereke ye.

Lê nuha ez bala xwe didimê xort êdî li tembûrê, li ûdê, li cumbûşê naxînin.

Ûd, cumbûş, tembûr êdî bûne aletên antîk, yên kesên îxtîyar. Kemanjen jî pir kêm in. Halbû keman di muzîka kurdî da amûreka pir muhîm e.

Di destê her sitranbêjî/sitranbêjê û sazbendî da gîtar heye, gîtar bûye amûra muzîka kurdî ya sereke. Amûrên din giş ji piyasê rakirine. Fena ku keman, ûd, cumbûş û tembûr êdî bûbin enstûmanên entîke, malê muzê.

Ha dibê ez erbanê û tumbelekê jî ji bîr nekim, ew jî pir belav bûne. Erbane temam, ji berê da ew di muzîka kurdî ya dînî da heye. Lê di muzîka kurdî da tumbelek pir kêm bû. Carnan di dawetan da dihat bikaranîn.

Lê nuha kesên li tumbelekê dixin, bi taybetî jî keç, jin pir bûne. Ev jî tiştekî nuh e.

Herçî gîtar e, di nav çend salan da em bûn îspanyol, heta me ji wan jî derbas kiriye.Di destê her hunermend û sazbendî da gîtarek heye. Bi ya min di muzîka me da gîtar derba ûdê û cumbûşê û kemanê nade, ûd, cumbûş û keman heqê muzîka kurdî didin, ji gîtarê bêtir li muzîka kurdî tên.

XXX

Li Swêd îro(21/12) roja herî kin e, şeva herî dirêj e. Ji nuha û pê da rojên dirêj û ronî bibin, emê hêdî, hêdî rojên tarî li pey xwe bihêlin.

Hêvî dikim şansê me kurdan jî hêdê, hêdî baştir bibe, em rojên ronîtir bibînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE