23 december 2021

Li başûrê Kurdistanê ji 3 kesan 2 kes xwedî erebe ne

Li gorî malpera Kurdistan24ê beşê tirkî nivîsîye li Kurdistanê ji hers ê kesan 2 kes xwedî erebeyeke şexsî ne.

Li dinyayê ji her 7 kesan 1 xwedî erebeyeke şexsî ye, lê Kurdistana Başûr ji 3 kesan 2 kes xwedî erebeyeke şexsî ne.

Yanî halê kurdan hewqasî xweş e, kurd hewqasî zengîn in. Hema hema otomobîleke her kesî heye. Wasîteyên kevn jî najon, erebeyên wan bi piranî nuh û top in. Îsal 107 hezar erebe îtxal kirine.

Sala çûnê(2020)100 hezar wasîte îtxalî herêma Kurdistana Federe bûne, îsal ev jimar gihîştiye 107 hezarî.

Mudûrê Wezareta Sanayî û Tîcaretê Newzad Şêx Kamil ji K24ê ra gotiye, ji ber daxwaza milet ya wasîteyên sifir km, îsal îtxal ji sedî 10 zêde bûye.

Newzad Şêx Kamil gotiye li Kurdistanê 900 fîrmayên otomobîlan hene.
Lê belê pirbûna wasîteyan di trafîkê da gelşeke mezin çêkiriye.
Kurdên hewqasî halxweş dîsa jî bi çol û çepelan dikevin û li ser sînoran ji sar û sermayê, ji birçîna dimrin..

XXX
Mêrik him hevalê hukûmetê ye, endamê AKPê ye, dixwaze bibe parlamenterê AKPê, him jî daxwaza hevaltiyê ji min ra dişîne. Ez daxwaza wî davêjim, bersîvê nadimê, careke din dişîne. Ji mecbûrî min bloqe kir, ji bo ku fêm bike ez hevaltiya wî qebûl nakim.

Heyra, dibê her kes bizanibe, ne ez dibim hevalê kesên hevalên hukûmetê ne, ne jî hevaltiya wan qebûl dikim.

Heger bizanibim, ne di jiyana rastîn da, ne jî di medyaya sosyal da ez nabim hevalê kesên dost û hevalên Erdogan û AKPê ne.

Heta ji min tê vê şêla xwe venaşêrim. Bi ya min meriv nikanibe bi dijminê xwe pê ra nabe heval jî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE