23 december 2021

Xelk bû dahş, em nebûn tu mahş

Gotinên pêşiyan xezîneyeke pir muhîm ya ziman û kultura miletekî ye. Di gotin û bêwêjên pêşiyan da gelek temî û şîretên muhîm û pir hêja hene.

Pêşiyên me bi wan gotinan hestên xwe, fikir, bîr û baweriyên xwe dane der, kirine xezîne û ji nifşên li pey xwe ra hîştine.

Dema ez rastî gotineke pêşiyan a kêfa min jê ra were têm ji ber dikim, not dikim û dema ciyê wê tê bi kar tînim.

Gelek tiştên meriv bi gotineke pêşiyan dibêje, nikane bi nivîseke dirêj bibêje. Ya din axaftinê û nivîsê jî xweş dike, şîrîn û balkêş dike.

Li jêr ez çend hil û mircanên kurmancî pêşkêşî we dikim. Ez bawer dikim hûnê ji wan hez bikin.

-Eyba xelkê tepisî ye, ya min belengazê Xwedê reqisî ye.

-Bendikên rûto dudu ne, çavê wî li min e, çavê min jî li yekî din e.

-Bergîrê dixwest birêveçûna kihêlê bike, ya xwe jî ji bîr kir.

-Got kûçiko te çi kir, te bi xwe kir; te simek bir, lê te lingê xwe jî

 ji vir kir

 -Heger Xwedê got qûlê min yêrî, ez zanim ez pêz ji kê ra didim bêrî.

-Hedad e, nikare jixwe ra mifteyekê çêke, pê derê xwe dade.

-Hat nav mala tirî, zeyno da bêjingê li dor bênderê zîvirî.

-Poz jê bikin kemo ye, guh jê bikin kero ye, ziman jê bikin lalo ye, dîsa li ser banga hero ye.-Meriv zû diçe, dibêjin ewî şît e, hêdî diçe dibêjin ewî gêj e.

-Merivê bêweten, wek teyrê bêper û bêbask e.

-Min lawkê xwe şand seferê, min go belkî mêrekî çê jê derê, çû, hat dîsa kerê berê.

-Qijikê dixwest meşa werdekê hîn bibe, meşa werdekê hîn nebû, çindikê xwe jî ji bîr kir.

 -Ne pîrê baş kir li ser gunî rûnişt, ne jî gunî baş kir di pîrê ra çû.

-Xelk bû dahş, em nebûn tu mahş.

-Pîra zemana, ji ber tenûrê çû ber tifikê, got Xwedê xerab ke ez çiqas erd gerîyam.

-Rî kir hirî, nemû merî.

-Şoşbano li kira xwe poşmano

 -Zewaca bêdil, mîna baxê bêgul e, mîna kerasê bêmil e, mîna hespa bêcil e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE