23 december 2021

Kemal Kiliçdaroglu jî ji navê Kurdistanê pir aciz e !

Li Anqerê di civînekê da yekî ji serokê CHPê Kemal Kiliçdarogluyê heramzade pirsiye:

-Hinek kes dibêjin Kurdistan, tu ji vê nerehet dibî ya na?

Kemal Kiliçdarogluyê bêesil gotiye:

-Ji gotina Kurdistanê ez jî nerehet dibim. Ma heta nuha we ji devê min qet peyva Kurdistanê bihîstiye ?

Tu ferqeke vî heramzadeyê bêşexsîyet ji serokên tirkan yên din tuneye, ew jî wek neyarekî kurdan ji navê Kurdistanê, ji çêbûna Kurdistanê aciz e.

Kurd gerek nebin hevalê merivekî hewqasî li dijî navê welatê xwe, gerek rayên xwe nedin partiya serokekî hewqasî li dijî navê Kurdistanê.

Sibe partiya wî were ser hukim ewê jî wek Bahçelî, Erdogan û yên din bixwaze navê Kurdistanê li kurdan qedexe bike. Jixwe wa ye ji nuha da dibêje, êdî ne hewce ye meriv texmîn bike.

Lê ev ne cara pêşî ye Kemal Kiliçdaroglu dibêje ew neyarê Kurdistanê ye. 7 sal berê jî ji Fatîh Altaylî ra got, heger li başûr Kurdistan çê bibe û talûka perçebûna Tirkiyê çê bibe ewê rahîjin sîlehên xwe û şerê kurdan bikin.

Yanî xayinê xayin ji berê û ber da ye neyarekî kurda ye.

Tiştê ji me tê dibê em cahşên xwe, xayinên xwe nas bikin û nebin hevalên wan. Her kes wekîlê nefsa xwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE