24 december 2021

Bekçiyê şevê

Ji fabrîqê ra bekçiyekî şevê lazim bû. Mudûr îlanek dabû rojnameya mehelî. Şiyar îlan xwend û çû ba mudûr. Mudûr got:

-Tu dixwazî bibî bekçiyê şevê?

Şiyar got:

Erê mudûr beg.

Mudûr got:

-Tu zanî bekçîtiya şevê karekî pir zor e. Emê çawa bizanibin tu ehlê vî karî yî? Tu yê garantîyeke çawa bidî me?

Şiyar got:

-Ev karekî tam li gorî min e. Çimkî xewa min pir sivik e, bi xiştîneke herî biçûk ra ez bi xwe dihesim.

 

Îlan

Mamoste bala xwe dayê Rihan bêmahd û xemgîn xua dike, jê pirsî:

-Rihan, çima tu xemgîn î ?

Rihanê got:

-Kûçikê min wenda bûye.

Mamoste got:

-Bira bavê te îlanê bide rojnamê, ewê were dîtin.

Rihanê got:

-Kûçikê min nizane bixwîne...

 

Bertîla pisikê

Pisikê ji mişk ra got:

-Tu ji vê qulê derê here wê qulê, ezê heft çewal bulxur(sawar) bidim te.

Mişk got:

-Ev riya kin, ev bertîla pir, ez nizanim piştî min kî yê bixwe?

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE