Jinikê ji mêrik ra got, "Mêro, tu bî, burûska serê sibê li te xe !"
Mêrik lê vegerand, got:
"Jinê, ne ez ji ber êrgûn derdikevim
der, ne jî burûska serê sibê li min dixe".
Em dikanin vê gotina pêşiyan bi vî hawî jî bibêjin:
-Yê ket govendê wê xwe bihejine. Yê ket şer, ya
wê li xelkê xe, ya jî xelkê li wî xe. Ya ewê zora xelkê bibe,
ya xelkê zora wî bibe. Û bibê nebê yekcarnan jî wê îş û felaket jî bên serê
meriv.
Lê ku meriv ji ber argûnê xwe dernekeve, bêguman ne
"burûska serê sibê" li meriv dixe, ne jî îş û
felaket
tên serê meriv.
Ev yek wek roj û şevê diyar e. Li gel ku diyar e, wexta xelk zora meriv dibe,
ya jî îş û felaket tê serê meriv, meriv vê rastiyê hertim bi hêsanî qebûl nake...
Em giş dizanin di jiyanê da heger çewt negere, li
hev bê û karê meriv rast biçe, wê bibejin, "Weleh
jê ra helal be, meriveki pirr jîr û zane ye, erbabê kar
e".
Û çaxa ji meriv ra li hev neyê û xirab here(xerab bigere), wê çaxe jî wê bibejin:
"Erê lo, bi rastî jî merivekî ehmaq û nezan
e, ji xwe ji serî da xuya bû wê wisa biba ... "
-Negere li ciyê kaş, nebîne xewnên fahş.
Çaxa meriv bi ser neket, dixwaze bira karekî şexsî be,
ya jî siyasî be, hukmê gel ev e: "negere li ciyê kaş,
nebîne xewnên fahş".
Heger hewqasî ne basît be jî lê teqrîben şiroveyên pişti
êrîşa Seddamê dîktator ji bo hêzên Kurdistana Başûr tên kirin hema hema dinimin
(dişibin) numûneya jor.
Madem bi ser neketin, di şer da zirar dîtin, wê
çaxê jî mana xwe ewe xeşîm in û siyaseta wan
çewt e.
Û bi piranî jî kesên herî hindik bi rewş û meselê dizanin digihîjin hukum û
netîceyeke wisa.
Meriv dikane jîr, zane, zîrek be û hetta siyaseteke baş
û rast jî bimeşîne, le ji ber hoyên wê rojê cardin jî bi ser
nekeve. Peydabûna rewşek wisa ne têkçûn e.
Em dizanin helkirina bûyerên civakî tenê bi qewet, zirekî û îrada meriv ve ne
girêdayî ne, bi qasî wê, giredayî hoy û mercên dora meriv in jî.
Loma jî di şirovekirina bûyerên civakî da divê meriv mîna aliman hesas be.
Di mîtolojiya yûnanîyan (girêkiyan) da çîroka "Girêka Gordîas"
geleki meşhûr e. Li gor ku tê gotin, Gordîas rojekê erebake hespa li ser kela
bajêr bi cî dike û girêkek wisa li benê bi erebê ve dixe tu kes nikane veke. Dûra
jî dibêje:
-Kî vê girêkê veke ewê bibe qiralê Asyayê.
Îskenderê Mezin vê xeberê dibhîze, dihere wira.
Beyî ku destê xwe bide girêke, hema şûrê xwe ji kalan
dikşîne û derbekê davejê ji girekê da, bi yek derbê ve girêkê dibire.
Wer xuya ye hin rexnegirên kurd dixwazin serokên kurdan jî
bi derba şûrekî ve" girêka gelşa kurdî" bibirin.
Bêşik meriv dikane gelek tiştî bixwaze, ne şerm e, ne jî zirar tê heye. Lê bi
vê ra jî dibê em bizanibin "girêka gelşa kurdî" ne wek ”Girêka Gordîas
biçûk e û şûrê di destê serokên kurdan da jî bi qasî şûrî Îskenderê Mezin ne
tûj e ...
Armanc hej.85
Sal 1988
Lawikê Berrîvanî(Zinarê Xamo)
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar