24 december 2021

Îro min jî Noel pîroz kir


Îro roja erafa Noelê ye

Di Noelê(Julê)da swêdî hin xwarinên taybetî yên mexsûsî Noelê dixun. Swêdî jê ra dibêjin ”Jul mat”, yanî xwarinên Noelê.

Ji wan xwarinan ya herî muhîm çend şiklên masiyê sîll in.
Ez ji sîll pir hez dikim û her sal di Noelê da 3-4 şiklan dikirim û dixum. Yanî ez jî Noela xwe wiha pîroz dikim.

Ne xanim, ne jî zarok, kes jê hez nakin, tenê ez dixum. Îsal jî min 3ê şiklên sîll kirî. Ev jî rismê sîllê min e.
Min kir nekir xanimê tahm jî nekir. Ew ji masiyê somin(laks) hez dike, em heftê carê, du caran dixun. Li malê, di dolabê da her tim laksê me heye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE