25 december 2021

Tirk ji merivê dîktator hez dikin

Li ser qereketerê dîktatoran gelek teşbîh û aforîzmeyên xweş hene. Li her dera dinyayê qerekterê dîktatoran pir hindik dişibin hev. Li ku dibe bira bibe, tu dîktator dîktatoriya xwe qebûl nake.

Her dîktator dewletê wek milkê xwe dibîne, lema dixwaze ew tenê îdare bike.

Yê dîktaror dixwaze însanên din giş îtîatî wî bikin, ew çi bibêje, çi bixwaze wek wî bikin.

Çimkî ew yê herî zane ye. Lema jî dibê her kes emrê pesnê wî bide û emrê wî bi cî bîne.
Rexne û fikrên cihê tu carî qebûl nake, kî bi ya wî neke tavilê dipelixîne.

”Dîktator dişibe merivê li pisiklêtê siwar bûbe, bisekine wê bikeve.”

Dibêjin ev gotin ya Hîtler e, belkî jî ne rast be, yekî din gotibe. Lê kê gotibe rast gotiye, eynî wisa ye.

Reîsê tirkan viya baş zane, lema jî qet nasekine, bênabên pisiklêta xwe pedal dike.
Roja nepeyive, roja êrîşê hinekan neke tuneye. Li dinyayê reqora axaftinê di destê wî da ye. Mubarek tu dibê belkî makîna axaftinê ye, ne diweste, ne xera dibe.

Milet jî ne tu milet e, lema yê herî xurt hîn jî ew e.

Însanên totikvala, bêşexsîyet, xwedî zîhnîyeta koletiyê pir rehet îtîat û bîatî şexsekî, dîktatorekî dikin. Di  nav miletên welatên paşdamayî da kesên wiha pir in.
Ji bo wê jî dîktator ji nav miletên paşdamayî derdikevin.
Ji bo wê ye Erdogan kane bi serê xwe vî hukmî li miletekî bike û ew milet dîsa jî raya xwe bidê.


XXX

Kesên dîktator di her demê da bi zalimî diçin ser yên li ber wan radibin, yên wan rexne dikin.

Dîktator tu carî nafikirin tiştên dikin rast e, ya jî çewt e. Çimkî ew her tim bi heq in. Hêz di destê wan da ye. Sîstema edalet di destê wan da ye.
Nicholo Machiavell

 

 XXX

Camêrekî jîr gotiye:

”Çawa ku heta roj neçe ava nabe şev, heta ku ji destê çapemeniyê, medyayê azadiya wê neyê girtin jî dîktatorî çênabe.”

Reîsê tirkan ev yek baş ders kiriye, ji bo wê jî çapemenî, medya giş bi temamî xistiye bin kontrola xwe.

XXX

-Ez bawer dikim şexsek tenê miletekî îdare bike, lê bi şertekî; heger ew kes cîzme di niga da, qamçî di desta da, ew milet jî zîn(mitrih, palik)li piştê ji dayik bûbe.

Algernon Sidney

Ev aforîzma vî camêrê îngilîz çiqasî li tirkan tê, tu dibêjî bekî ji bo wan gotiye.
Çawa ku her pincar li her erdî hişin nayê, dîktator jî ji nav her miletî dernakeve, dibê civat, milet jî xwedî qereketerekî zeîf û zîhnîyeteke emirqûlîtiyê be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE