25 december 2021

Tirkên faşîst û zebanî welatê me li me kirine dojeh

 


Dronereka(firoka bêpîlot) Tirkiyê li Kobanê dîsa malek bombebaran kiriye. Di bombebaranê da du kes hatine kuştin, 6 kes jî birîndar bûne.
Tirkiye heftê çend caran eynî tiştî dike, hefteya tirk çend kurdan nekujin tune ye. Her hefte kuştina çend kurdan ji xwe ra kirine rûtîn.

Firokeyên Tirkiyê li rojava û başûr rojê derekê bombebaran dikin, çend kesan dikujin û çend kesan jî birîndar dikin.

Ev çend sal in Tirkiye vê terorê li hemberî kurdan bi rengekî bênabên dide meşandin.

Neteweyên Yekgirtî, NATO, Yekîtiya Ewrûpayê, Hêzên Hevpeyman, welhasilî kelam dinya hemû li vê terora tirkan ya li hemberî miletekî mezlûm, xelkê siwîl temaşe dikin.

Bi Neteweyên Yekgirtî ra, bi NATOyê ra, bi Yekîtiya Ewrûpayê û Hêzên Hevpeyman ra pirîska ûjdên, merhametê û exlaq tune ye, heger hebûya ewê li vê zulma tirkan temaşe nekirana.

Dewleteka endamê NATO, xwedî milyonek leşker, bi hezarana tank û top, miletekî mezlûm, bêparastin, li ciyê rehetiyê her roj terorîze dike, siwîlan, zarokan dikuje.

Di normalê da ev sûc e, terorîzma dewletê li hemberî xelkê siwîl e.  

Lê ji ber ku yên tên kuştin kud in kes dengê xwe nake, kes ji Tirkiyê ra tiştekî nabêje.

Leşkerên Rûsyayê, Amerîkayê û Fransayê li Kurdistana Rojava ne, li gorî peymana di nabêna Tirkiyê û Rûsyayê û Amerîkayê da dibê Tirkiyê nikanîbûya ev zulm li kurdan bikira, dibê Amerîkayê û Rûsyayê nehîşta.

Lê her du dewlet jî li êrîş û kuştina kurdan temaşe dikin, tiştekî ji Tirkiyê ra nabêjin. Çimkî em kurd in, lema dinya bêdeng e, Rûsya, Amerîka, Fransa li kuştina me temaşe dikin.
Dewletên mezin giş bêexlaq in, giş wek mal tên kirîn.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE