26 december 2021

Însan û tirs

Dibêjin her însan bi du tirsan ji diya xwe dibe. Tirsa ji dengê pir bilind û tirsa ketinê, ketina ji dereke bilind. Ev herdu tirs jî ji makzayî bi însên ra hene.

Tirsên din hemû meriv dûra, di jiyanê da xwe fêr dike ya jî tê fêrkirin.

Li Tirkiyê meriv pir zû, berî her tiştî fêrî tirsê dibe. 

Çimkî Tirkiye welatekî tirs û xofê ye. Kî kanibe bi kê ditirsîne. Lema jî her kes bi tirsê ra mezin dibe, tirs perçakî jiyana her însanî ye.

Li malê, li dibistanê perwerda esasî lêdan û tirsandin e. Dibê zarok ji diya xwe, ji bavê xwe, ji hemû mezinên malê bitirse.

Dibê keçik ji birayê xwe, ji bavê xwe, ji diya xwe bitirse, tu carî li hemberî wan ranebe. 

Tirs felsefa tirkan ya nîjadperest û kemalîst e. Bingehê perwerdeya Tirkiyê tirs e, dibê xwendekar ji mamoste bitirse.

Li Tirkiyê dibê her kes ji yê ji xwe xurttir bitirse. Lê bi taybetî jî dibê her kes ji “DEWLETÊ” bitirse. Dibê meriv li hemberî dewletê ranebe, rexne neke. Li jor Xwedê ye, li jêr dewlet e. Lema jî ne rast e meriv li hemberî dewletê rabe.

Tirsa ji dewletê dibê wek kabûsekî têkeve dilê her însanî. 

Lê bi taybetî jî dibê kurd ji her kesî bêtir ji “DEWLETÊ” bitirsin. Li dibistanê, li eskeriyê, li dahîreyan, bi kurtî dibê kurd bi her hawî werin tirsandin.

Helbet li Tirkiyê wek her hemwelatî siyasetmedar jî ji “dewletê” pir ditirsin.
Li ba tirkan “dewlet” û xwediyên dewletê tenê artêû e, hêzên çekdar in.
Loma jî wek her kesî siyasetmedar jî ji artêşê dibizin. Dema navê serfermandarê artêşê hildidin, ji tirsa sifetên hurmetê li dû hev rêz dikin. Dibê general bibînin ew li hember wan çiqasî hurmetkar in.

Li Tirkiyê her siyasetmedar, ji muxtarê gundekî biçûk bigire, heta digihîje serokwezîr, her kes ji tirsa ruhê xwe mecbûr e bibêje “artêşa me ronîya her du çavên me ye”!

Ev tirsa ji leşkeran qerekterê siyasetmedarên tirk yê mişterek e. Leşker çi şaşiyên bikin jî newêrin eşkere rexne bikin.

Hemû siyasetmedarên tirk, ji rastê wan bigire, heta bigihîje çep û dîndarên wan, li hember artêşê bêzirav, tirsonek û pepûk in.

Di van salên dawî da ev tirs hinekî kêm bûye, leşker basko bûne, hatine xesandin. Lê vê carê jî tirsa ji serok ketiye dewsa tirsa ji general û eskeran. Ev tirs ji ya leûkeran jî xerabtir bûye...

Berê def di hustuyê siwîlan da bû, qolik di destê leşekeran da bû.
Nuha her tişt, her dezgeh bûye Erdogan. Lema def di hustu da û qolik jî di destê wî da ye, ew kîjan meqamî lêxe serbest e. Kes nikane li ber rabe. Meriv kane bibêje ji leşkeran jî xerabtir kiriye, heta heft xwezî bi tirsa leşkeran.

Bingeha tirsê û tunebûna cesareta medenî bi derûdora meriv tê da mezin dibe va girêdayî ye. Kesên di hawirdoreke otorîter, mişt azar û tirs da mezin dibin bi gelemperî mirovên bêcesaret û bêşexsiyet in. Civata tirk civateke wiha ye. Li gor tirkan:
”Ço(dar)ji Buhuştê derketiye.” 

Û bi rastî jî her tirk li gor vê felsefeyê mezin dibe. Loma jî piraniya mirovên civata tirk tirsonek, ji xwe bêbawer û şelaf in. Lema newêrin li hemberî Erdogan serî hildin.

Çimkî her tirk di zaroktiya xwe da ji dê û bavê xwe fêrî azar û tirsê dibe.
Dema dest bi dibistanê dike îcar jî di serî da ji mamostê xwe û dû ra jî ji zarokên ji xwe xurttir ditirse û fêrî tirsê dibe.

Li leşkeriyê ji onbaşiyê manga xwe bigre, heta bi çawîş, başçawîş û generalê herî bilind, ji her kesê bi qidem û rutbe ji xwe mezintir ditirse û kotekan dixwe.

Heger sivîl be li bajêr ji pûlis, li gund ji cendirmeyên qereqolê ditirse. Bi taybetî jî kurd tên tirsandin. Dewlet viya bi zanetî dike. Bi zanetî neyarên kurdan dişînin Kurdistanê ji bo ku zulmê û çavsoriyê li kurdan bikin.

Heger siyasî be ji serokê partiya xwe, heger wezîr be ji serokwezîr, heger serokwezîr be ji serokkomar, heger serokkomar be ji serfermandarê artêşê ditirse.

Heger pûlis be ji qumsêr, heger qumsêr be ji amîrê xwe ditirse.

Heger karkir be ji patronê xwe, heger patrona be ji çete û mafya dewletê ditirse.

Heger jin be ji mêrê xwe, heger mêr be ji her kesê ji xwe xurttir ditirse.

Welhasil rutbe û maqamê wî çi dibe bira bibe miheqeq ji hin kesan ditirse.
Di civateke wiha totalîter, tije tirs û xof da derketina merivên fikirazad, xwedî şexsiyet, bi xwe bawer pir zor e.

Dibê baş were zanîn, merivên tirsonek tu carî nikanin bibin xwedî hêz, xwedî desthilat. 

Pêşiyên tirkan di vî warî da gelek gotinên wecîz gotine û felsefa bindestiyê ji xwe ra kirin rêbaz.Mesela wek nimûne, gotine:

”Dest li hemberî dewletê ranabe.” 
”Destê meriv nikanibe bade dimê meriv maçî bike.”
Pêşiyên kurdan jî eksê vê gotine. Gotine:
”Desthilanîn fereca xêrê ye” 
”Mêrê tirsonek tu carî bi sîng û berê gewr û boz şa nabe”!
”Tirs hebe kûçik ji tajî bezatir e.
”Mêranî bêxisar nabe.
Ne xêra vê felsefeya wêrek û teslîmnebûnê bûya niha kurd ji zûda qediya bûn.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE