26 december 2021

Îro min da ser golê

 


Gola me bûz girtiye(qerisîye), îro milet li ser dabû çirvîta. Hinek dimeşiyan, hinekan bûz qul kiribûn masî digirtin. Dilê min biya xelkê.

Min ji xanimê ra got, hema çi dibe bira bibe, were em jî çend gavan li ser bimeşin.

Xanim dudil bû, xwe nêzî golê nekir. Min da pêş, xaninê bi gavên tirsonek da dû min û em meşiyan, min da ser golê. Meşa li ser avê hestekî ecêb e...

Ev çend roj in serma tim 7-10  dereceya di binê sifirê da ye, bi texmîna min bûz qalind e.


Lê em dîsa jî zêde bi pêş da neçûn, di îxtîyariyê da ruh pir şîrîn û tirsonek e. Wek xortaniyê meriv xwe li talûkê naqelibîne, tim bi temkîn e.

Lê dîsa jî me wêrîbû bida ser bûzê û çend gavan bimeşiyana...

Dema ava golê qeşê digre gelek kes bi solên taybet xwe li ser dişemitînin. Azad û Rojen zanin lê êdî nakin, di zaroktiya xwe da dikirin. Me jî bi kêf li wan temaşe dikir.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE