NASAyê(Dahîra Feza û Hewa ya Amerîka)du roj berê teleskopa
herî xurt James Webb şand fezayê 30 sal in mêrikan li ser vê teleskopê dixebitin.
10 milyar Dolar li çêkirina
teleskopa James Webbê çûye; ewê dewsa telskopa Hubbleyê bigre.
Riya Webbê 1,6 milyon km dûr e, rêwîtiya wê ewê 29 rojan bigre.
Gerek NASAyê ji zûda Webb şandiba, lê tim kêmasiyek derket, şaşiyek hat dîtin û
ma hatanî îro.
Webb ewê bûyerên 13,5 milyar sal berê qewimîne, avabûna kaînatê analîz bike.
Yanî nabêjin Xwedê zane, îşê Xwedê ye û li mala xwe rûnanin. Meraq dikin, dixwazin fêr bibin, bizanibin çi çawa û kînga çêbûye ?
Webb ewê here dereke bi navê Lagrange points (L2). Li gorî hesab kirine L2, 1,6 milyon kîlometer ji dinyayê dûr e.
Rêwîtiya teleskopa James Webbê ewê 29 rojan bajo.
Ne kes çûye wir(L2), ne jî ji wir hatiye. Ez fêm nakim ev hesina ewê hewqas rê çawa here û çawa here wê derê bibîne?
Ez zanim edres danê, lê dîsa jî dîtina edreseke 1,6 milyon kîlomîtro ji dinyayê dûr bi xwedê ne rehet e. Di rê da tabêle, lewhe tunene, navê cade û kuça tune, ewê edresê (L2)çawa bibîne aqilê min nagire.
Carnan ez diherim mala hevalekî, edres li ba min heye, lê ez dîsa jî edresê nabînin, deh caran telefon dikim û alîkariyê jê dixwazim.
Lê ev bêxwediya James Webbê bêyî ku ji kesî bipirse, piştî rêwîtiyeke 29 rojan ewê here edresê bibîne, risma bigre, bişîne ji NASAyê ra.
Bi Xwedê biaqiliya xelkê hişê meriv disekinîne, meriv dibe heyranê zanîn û ilmê xelkê.
Misilmanên me ancax seriyan jêkin, hevûdu bikujin, bajarên hev dagir bikin, wêran bikin, talanên hev bibin.
Berpirsiyarê NASAyê Bîll Nîlsson gotiye, ”ev hedîseyeke pir
mezin e. Gava em tiştên mezin xeyal bikin, em kanin gelek tiştan bikin. Ev jî
numûneyeke wê ye. Piştî agahiyên Webbê emê gerdûnê/kaînatê hîn baştir nas
bikin.”
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar