28 december 2021

Dibê meriv şerefa xwe di ser her tiştî ra bigre

Dibê meriv şerefa xwe di ser her tiştî ra bigre. Malê dinyê wek qilêra desta ye, ne hêja ye meriv ji bo malê dinyayê xwe rezîl û bêşeref bike.

Li vê dinyê "hewcedariya meriv ne bi nan û xarinê tenê, bi heysîyet û şerefê jî heye."

Lê gelek kes nan û xarinê û çend qurişên pîs di ser heysîyet û şerefê ra digrin. Lema dibin heval, rêber û aqilmendên dijmin û dewleta dagirker.
-Berê şerf dûra jiyan
Schîller
-Ji dêlî ku ewê şerefa min rencîde bibe, ez hezar carî bimrim çêtir e.
Addîson
-Mirin ne tişteke, esas jiyaneke bêşeref her roj mirin e.
Napoleon


-XXX

Baz bi bazan ra, qaz bi qazan ra, mirîşka gurrî jî bi dîkê kût ra hevaltiyê dike.

Tiştekî ecêb e, şelafek li ku hebe hev dibînin, pesnê hev didin, nivîsên hev diecibînin.

Kurdê hîn jî hevalê Erdogan be, ew alimê cîhan be jî ne merivekî hêjayî pesin û teqdîrê ye, dibê meriv têxe binê erdê, silavê jî lê neke.

XXX

Rojekê paşê ji şelafê xwe pirsîye:

”Sifir çi ye ?”

Şelêf gotiye:

”Li ba we ez sifir im paşayê min !”

Di hukûmeta Erdogan da mebûs hene, wezîr hene, filan û bîvan.

Lê li ba Erdogan giş jî sifir in. Çimkî şelaf giş sifir in.

XXX
Hin kes li ber defa bêdeng direqisin. Kî xal e ew heval e.

Hin kes jî hene tu dibêjî belkî ji bo fêsadiyê û xerabiyê hatine dinê. Hal û karê wan fesadî û gelacî ye. Ji nuha da cilên xwe li cehnimê raxistine.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE