28 december 2021

Bi koça kurdan Kurdistana Başûr vala dibe

Di malpera Rûdawê da li ser koçkirina ji başûrê Kurdisranê xebereke ecêb heye.

Li gorî xeberê Kurdistan bi bêdengî vala dibe. Kurd qefle bi qefle, bi hezaran ji Kurdistanê direvin. Ev felaketeke pir mezin e, felaketeke netewî ye.

Li gorî îstatîstîkên rêxistina Elened(NGO) îsal ji herêma Duhokê tennê zêdetirî 10 hezar kesan berên xwe dane Ewrûpayê.

Heger ji herêma Duhokê tenê zêdetirî 10 hezar kesan koç kiribe, wê demê ji tevayiya Kurdistanê herî kêm deh qatî vê jimarê ye.

Ev ne rewşeke normal e, felaketeke netewî ye. Ji welatekî nufûsa wî 6-7 milyon di salekê da bi dehhezaran însan çawa kane koç bike?

Li hemberî vê koça kurdan, li rojava û başûr nufûsa ereban roj bi roj zêde dibe. Erebên ji ber şer reviyane diçin li Kurdistanê bi cî dibin. Ev yek bi xwe ra guhertina demagrafiya Kurdistanê jî tîne.

Beşekî Kurdistana başûr û rojava hatiye dagirkirin, beşê di destê kurdan da jî bi vê koça ereban ji dest kurdan derdikeve.

Sebebê vê felaketa netewî hukûmet e. Însan ji bin da bêhêvî bûne, bawerî û hêviya însanan bi pêşeroja wan nemaye, lema xwe li mirinê diqelibînin.

Çimkî riya didin ser ji sedî 70-80 perîşanî û mirin e. Sebebekî cidî yê vê întîxarê tunebe hewqas însan welatê xwe, malên xwe naterikînin û nadin ser riya mirinê.

 Li ser vê mijarê di Rûdawê da nivîsek heye

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE