28 december 2021

Rojekê emê hesabê qetlîama Roboskê ji we bipirsin


10 sal di ser qetlîama Robskîyê ra derbas bûn. Deh sal berê di 28ê meha 12a da leşkerên Tirkiyê bi balafiran 34 kurdên siwîl kuştin. 19 jê zarok bûn, hîn 18ê xwe neqedandibûn.

Ji bo ku yên hatin kuştin kurd bûn, qatil û yên emir dan qatilan hîn nehatine girtin û cezakirin. Dewleta tirkan kuştina kurdan tim xweş dîtine, îdare kiriye. Yên hatin kuştin heger tirkbûna helbet ewê bêceza nemana.

Dijminên me tim mirin û qetlîam kirine para me. Lê ne zulma wan, ne jî qetlîamên wan serî li me netewand. Ew me bi hovana çiqasî bikujin jî emê neqedin, emê azad bibin, Kurdistana serbixwe ewê çê bibe.

Qetlîama Robskîyê di dilê miletê kurd da birîneke kûr e, emê vê qetlîamê tu carî ji bîr nekin.

 

XXX

Zengînî baş e, her kes dixwaze zengîn bibe. Lê belê dibê meriv tu carî şerefê bi zengîniyê nede.

Ez bi xwe şerefa xwe di ser zengîniyê û her kursî û meqamî ra digrim.

Kesê zengîniyê di ser şerefê ra digre kane bibe her tişt, kane bibe xayinê qewmê xwe û rêberê dijmin.

Tu milet heykelê bêşerefan danayne. Lê belê heykelê kesên bi şeref li her welatî hene.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE