Mal jî, dewlet jî bi tifaqê çê dibe. Tifaq, piştgirî, hevkarî tune be ne mal çê dibe, ne jî dewlet.
Miletên bi tifaq bûn, yên yekîtiya xwe çêkirin gihîştin
armanca xwe û dewletên xwe ava kirin.
Miletên wek me bêtifaq man jî perîşan bûn û man bindest.
Gotina pêşiya ye, ”mala rik û bahsê, wê rake tûrê parsê."
Tifaqa meriya welatan şên dike, çiyan werdigerîne.
Dibêjin Xwedê gotiye: ”hûn dudu bi hev rast bin, yê sisiya
ez im.”
Yanî gava meriv bi hev ra rast be, bi tifaq be, wek bira
dest bide hev meriv bi ser dikeve.
Di şerê li hember dijmin da jî em ne li hev in, bêtifaq in,
her kes dibêje ez û ez…
XXX
Zengînî baş e, her kes dixwaze zengîn bibe. Lê belê dibê
meriv tu carî şerefê bi zengîniyê nede.
Ez bi xwe şerefa xwe di ser zengîniyê û her kursî û meqamî
ra digrim.
Kesê zengîniyê di ser şerefê ra digre kane bibe her tişt,
kane bibe xayinê qewmê xwe û rêberê dijmin.
Tu milet heykelê bêşerefan danayne. Lê belê heykelê kesên bi
şeref li her welatî hene.
Meriv namûsê bi fulûsê nede, ji bo pera xwe bêşeref neke
baştir e.
Kesên xayin, bêşeref ji zarokên xwe ra jî nav û mîrateke xerab dihêlin. Zarokên
xayinan, cahşan ji ber xiyaneta ba û kalên xwe tim hustuxwar in.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar