29 december 2021

Hiş nemaye

Carnan serê gotinê, wek nimûne meriv dibêje, ”nayê bîra min, min do çi xwariye."

Ev yek îro bi rastî hat serê min, min nizanîbû min do çi xwariye.

Bîstek berê min ji xanimê ra got:

-Xanim, îşev şîva me çi ye?

Got:

-Şîva şevê çûnî(ya do êvarî) ye.

Min kir, nekir nehat bîra min şevê çûnî şîva me çi bû?

Min got:

-Bi Xwedê nayê bîra min.

Got:

-Ya sitar, helav baş bide bîra xwe!

Min çiqasî zor da hişê xwe jî pere nekir. Ya hiş nemaye, ya jî zeîf bûye.

Dawiya dawî, bala xwe dayê bi rastî nayê bîra min, mecbûr ma ji min ra got…

XXX

Îro li Stockholmê hewake gelkî ne xweş heye, berfeke şilope dibare.

Derve plûs 1 derce germ e, berf dihele. Di hewa wiha da meş ne xweş e.

Xanim dibêje, ev ne hewa meş û gerê ye, îro ewê ji malika xwe derneyê.

Lê ez carê fêr bûme, tebatî nayê min, bîsteke din ezê xwe bijdînim û derkevim. Ezê bala xwe bidim rewşê, heger meş zahmet be ezê zû vegerim.

Rojên wiha rojên xwendinê ne, piştî ez vegerîyam ezê rahîjim kitêbekê û bîstekê ji xwe ra bixwînim. Di netê da jî tiştên meriv bixwîne pir in.

XXX

Di gotineke pêşiya da dibêje, ”ferxê şêra jî şêr e.”

Gelo ferx ji bo tejikê şêr û şepal tenê tê gotin ya jî ji bo çêlikên teyran jî tê gotin?

Di sitrana Filîtê Quto da jî egîd pesnê xwe dide, dibêje ”Ez Mistê Quto me, Ferxê Mala Ezo me .”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE