30 december 2021

Mûcîze

Di dersa dînî da mamoste ji zarokan ra qala çîroka Hezretî Yûnis û masiyê balîne dikir. Hezretî Yûnis çawa ji zikê balîne sax derketibû, bi heyecan ji wan ra digot.

Zarokan jî bi heyecaneke mezin lê gudarî dikirin. Mamoste ji bo ku bi wan ra heyecanê zêdetir bike got:

-Ma hûn kanin mûcîzeyeke ji viya mezintir tesawir(xeyala)bikin?

Xwendekarekî destê xwe bilind kir, got:

-Erê mamoste, meriv kane.

Mamoste got:

-Ka bibêje, em li te gudarî dikin.

-Ma heger Hezretî Yûnis balîne daqultanda ewê neba mûcîzeyeke hîn mezintir?

 

Gelşa du dînan

Yê dîn ji havalê xwe yê odê bi gazin bû, ji tuxtora got:

-Min ji hevalê min î odê xelas bikin. Bawer dike ew kûçik e.

Tuxtor got:

-Bira wer bawer bike. Ma zirara wî digihîje te, radihîje te?

Yê dîn got:

-Na nayê min, ranahîje min, lê zane ez dar im, dihere û tê, bi min da dimîze.

 

Numra telefonê

Di dersa tarîxê da Omo destê xwe bilnd kir. Mamoste got fermo:

Omo got:

-Li ber navê Krîstof Kolomb, di nav kevanê da 1451-1506 nivîsî ye. Mana van reqeman çi ye?

Berî mamoste bersîvê bide, Gulçînê got:

-Numra telefona wî ye.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE