30 december 2021

Du dîn

Tuxtorê nexweşxana dînan(aqil)li nav nexweşan digerîya, li halê wan dipirsî. Ji nexweşekî navê wî pirsî, got:

-Navê te çi ye?

-Yê nexweş hinekî fikirî, got:

-Navê min Napoleon Bonaparte.

Tuxtor got:

-Yaha, baş e te çawa fahm kir navê te Napoleon Bonaperte?

-Xwedê ji min ra got navê te ev e.

Nexweşekî din heta wê çaxê bêdeng li wan gudarî dikir, xwe tevî gotinê kir, got:

-Derewa dike, min tiştekî wiha jê ra negotiye.

 

Dijminatî

Du pîrekên(jinên)cîranên hev rûniştibûn sohbet dikirin. Yekê qala şerê cîrana xwe û mêrê wê kir, got:

-Xwakê, her roj şerê wan e, rojeke wan bêyî şer derbas nabe.

Havala wê got:

-Ê çima hevdu bernadin?

Ya din kenîya, got:

-Ji bo ku jinik naxwaze mêrik rehet bike, mêrik naxwaze jinik rehet bike, lema hevdu bernadin.

 

Nîvê heyşta

Mamoste ji Zîrekê biçûk pirsî:

-Nîvê reqema heyşta çiqas e?

Zîrek got:

-Li ser dirijêyê ya li ser beriyê?

Mamoste xeyidî !

Zîrek got:

-Xwe nexeyidîne mamoste. Li ser dirêjiyê be sisê ye. Lê heger li ser beriyê be sifir e.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE