30 december 2021

Dibê êdî em bi derewên tirkan ên devkî nexapin !

Cîgirê Serokê CHPê Oguz Kaan Salici ji Rûdawê ra gotiye ”heger ew werin ser hukim, ewê ji bo çareseriya mesela kurdî hin gavan bavêjin, hin gavên di vî warî da ew bajin ewê hebin.”

Ev gotin tiştekî konkret nabêje, nayê maneya ewê heqê kurdan bidin. Dibê meriv wer fêm neke.


Mêrik negotiye ewê çi bikin, gotiye ”hin gavên ew bavêjin ewê hebin.”

Ev gav kane şerekî hîn mezintir be, kane qedexekirina her tiştî kurdî be.

Hîn do bû serokê wî got ”ew ji navê Kurdistanê aciz e.” Yekî ji navê welatê kurdan aciz be, ewê çawa mafê kurdan yên netewî qebûl bike?

Heger ne vir e, tiştên ewê bidin kurdan bira ji nuha da bi nivîskî belav bikin, gavên ewê bavêjin bira têxin programa xwe, tiştên ewê bidin bira rêz bikin.

Erdogan jî berî were ser hukim bi devkî gelek soz dan kurdan, lê piştî hat ser hukim bû gurê har û li sê perçê Kurdistanê êrîşî kurdan kir.

Gerek kurd êdî bi gotinên wiha nexapin, kî di mesela kurdî û Kurdistanê da çi difikire, çareseriyeke çawa dixwaze dibê bi nivîskî bibêje, dibê têxe programa xwe ya hilbijartinan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE