30 december 2021

Me haziriya xwe ya sersalê temam kir

Ez û xanim em haziriya sibe, ya sersalê dikin. Xanim di mitpaxê da dixebite. Kufta, pela çêdike, haziriya nanê goşt dike. Rojen jî alî dike, ew jî fêrî pelpêçanê bûye.

Lê helbet karê giran dîsa bû para min.
Ez du caran çûm dikanan û hatim. Hewa jî gelkî ne xweş e. Dinya ewr e, xunaviyek hûr dibare, berf dihele, erd şematok e.
Lê ez pir semt dimeşiyam.

Di vî umrî da meriv bikeve xerab e, cebarçî jî li vir tune ez herim ser. Li Swêd çûna nexweşxaneyan ezab e, meriv bi saetan li korîdaran dibpê.

Min halê xwe kir hal û alvêra xwe(tiştên minê bikiriya) îro qedand. Ji şîraniyê bigire, heta bi hêta berx, mêwe û tişt miştên din, min her tişt kirî.
Bi xêr sibe ezê dest bi çêkirina zeletan, hêtê bikim. Wele îsal min kezeb jî kirî.
Ezê kezebê sor kim û zeletakî simaqê jî bidim ber, ez bawer dikim ewê pir xweş bibe.

Îsal emê neçin derekê, emê xwe bi xwe bin, li mal bin. Hin heval ewê li derekê bicivin û bi hev ra sersalê pîroz bikin. Ji me ra jî gotin, lê yê me nebû.
Çimkî zarok jî tên, em pir dibin. Lema me got emê li mal bin.
Tiştê ne xweş sersala îsal ne bi berf e, ji do da ye dinya germ e û caranan jî dibe baran.
Berfa hemû heliya. Xwezî berf li erdê ba û çend derce di binê sifirê da sar bûya.
Lê nebû, barana devşil berfa me perîşan kir.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE