31 december 2021

Gelî dost û hevalên ezîz, sala we ya nû pîroz be !

Gelî xwendevan, nas, dost û hevalên ezîz, sala we ya nû hemûyan bi dil û can pîroz dikim.

Bi hêvîya sala nû ji me ra, ji miletê kurd ra bibe saleke baştir, saleke bê derd û êş, sala serketinê û azadiyê.

 

XXX
Gelî heval û dostên hêja, ne ”sersalê”, SALA NÛ li hev pîroz bikin. Meriv ne ”sersalê”, SALA NÛ pîroz dike. Bi her zimanî sala nû tê pîrozkirin.

Ji ber ku tiştê tê pîrozkirin ne şeva serê salê ye, sala nû ye.

Bi tu zimanî meriv nabêje ”serê sala we, sersala we pîroz be!” Her kes sala nû li hev pîroz dike, hêvî û daxwaz jî ji sala nû tê kirin.

Bi swêdî:Gott nytt år

Bi tirkî:Yeni Yılın Kutlu Olsun

Bi îngilîzî:Happy New Year

Bi almanî:Frohes neues Jahr

Bi farisî: مبارک سال نو

 

 XXX

Ez û xanim ji vêsê da ye em venehesiyane, em wer di mitbaxê da ne. Me karê xwe nuh berbîhev anî, yanî meriv kane bibêje li ber qedandinê ye.
Ji xwe sal jî li ber qedandinê ye, here were 8 saetên wê mane.
Ez dixwazim ev sala bêxêr û qebîh zû xatir ji me bixwaze û 2022 zû were.
Sala nû belkî ji bo me kurdan bi xêrtir be.
Reqemên sala tê hinekî ecêb e, sê heb zo(dudu) û sifireke. Me ji 21ê tu xêr nedît, sala nû, sê zo kane jê baştir be.
De hêvî maye Xwedê, em û şansê xwe. Ez naxwazim reşbîn(pesîmîst) bim. Çimkî me hîn tu xerabiya sala 2022a nedîtiye. Lema jî ez naxwazim di heqê wê da tiştê xerab bibêjim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE