01 januari 2022

Bi sala nû ra ez saleka din jî kal bûm

 


Erê, erê, saleka din jî da rê ji umrê min çû û ez saleke din jî kal bûm. Jixwe her sal wiha dibe, salek tê, salek dihere, lê yên li zirarê tim em in.
Destpêka salê, sal dirêj xuya dike, lê zû diqede, sala 2021ê jî zû qediya.
Êdî bûye rûtîneke dawiya salê, ez her sal dibêjim, sal bi sal, xwezî bi par.


Lê sala 2021ê ji bo me kurdan bi rastî jî saleke pir qebîh û bêyom bû, em perîşan kirin. Xwedê kir qediya. Ez naxazim dûr û dirêj qala xerabiyên, bûyerên sala borî bikim. Hema a bi xêr çû, em jê xelas bûn.
Lê ez nizanim îsal, 2022 ewê ji bo me çawa be, gelo ewê ji sala par baştir be ya jî xerabtir be? Hêvî dikim baştir be, ez îsa jî nebêjim sal bi sal, xwezî bi par.

Di havîna 1980î da dema ez hatim Swêd ez 30 salî bûm û min qet bawer nedikir ezê heta nuha li Swêd bimînim. Hesabê min û hevalan kiribû, emê demeke kin bimana, bibina xwedî pasaport û dûra vegeriyana welatê xwe û micadela xwe bidomanda.

Lê hesabê ji bo demeke kin rast derneket, surgûnî û mahciriya min 42 salan dirêj ajot. Çaxa ez hatim Swêd ez 30 salî bûm, nuha 72 salî me.

Kî zane, ev mahcirî belkî heta roja dawîya jiyana min jî bajo, hêvî dikim wer nebe, ez bikanibim vegerim. Lê nuha rewş pir xerab xuya dike.

Di sala 2013ê da min xwest vegerim, min xaniyek jî kirî. Lê tiştên qet ne di hesêb da bû derketin, kesên min pir jê hez dikirin ez xeyal şikestî kirim, pilana min ji kok da xera bû. Pilana min a vegerê neşû serî, mam li vir.

Piştî belavbûna vîrusa Coronayê jiyan gelkî ne xweş bûye, ji bo gerê em bi derekê da neçûne. Welêt jî ev 3-4 sal in ez newêrim herim. Lema em wer li mal in. Dinya rehet bibe em dixwazin derkevin seyahetekê. Lê heta nuha zahmet xuya bû, îsal belkî baştir bibe. Nêtima min pir heye herim welêt, min pir bîriya welêt kiriye.

Tişta sala çûnî yê baş, du kitêbên min derketin; ”Stiriyên me û Hebû turne bû”. Stiriyên me, min bi perê xwe da çapkirin, lê Hebû tune bû weşanxana DARAyê weşand. Wê rojê ez bi xwediyê wê Bawer ra peyivîm, got baş tê firotin. Nêta min heye îsal jî ji nivîsên xwe kitêbekê, du kitêban biweşînim. Hêvî dikim problem derneke. Min ji weşanxana DARA ra gotiye.

Li alî din wek her sal, sala çûnî jî min bloga xwe domand. Sala çûnî min 745 nivîs weşandine. Ev jî dike rojê ji du nivîsa zêdetir.

Îsal 15 saliya bloga min e, di van 15 salan da min 7827 nivîs weşandine. Heger gelşek dernekeve, nexweş nekevim, ezê îsal jî wek her sal bidomînim. Xwendevanên min hinekî kêm bûne, lê dîsa jî baş e, li gorî nivîsan tê guhertin.

Zarok hinek hîn di xew da ne, Azad li mitpaxê bi diya xwe ra dipeyive. Piştî xurîniya xwe kirin, emê herin bigerin, xwarina şevê çûnî me xwar dibê em li xwe biferikînin.

Di vê siba sala nuh da tiştên hatin bîra min ev in, careke din sala we ya nû pîroz be. Bi hêvîya sala 2022a ji bo me bibe saleke baştir.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE