2022-01-01
Lawkê me yê mezin Azad ji do da ye hatiye ziyareta me. Ji
ber ku camêr xwedî erebe ye, me got wele fersend ev fersend e, rabe me hinekî
bigerîne.
Camêr got ez di emrê we da me, hûn ku derê bixwazin, ez we bibim wir.
XXX
1986-01-01
Şeva serê salê ez çûm mala Mûrad Ciwan. Me serê salê li wir pîroz kir. Hêvî nehat, lema min zarok jî bi xwe ra nebirin.
Malmîsanij li ser vê, xwe xeyidand û ji nişka ve rabû ku here, lê me nehîşt. Dûra rewş sakîn bû.
Min li ser romana Tu nivîsek(16 rûpel bû)nivîsî, da Bavê Nazê, ji bo ku di kovara Berbangê da biweşîne. Lê di nivîsa xwe da ez li ser mesela diziyê nesekinîbûm, min bêtir şaşiyên wî yên zimên û hin nezaniyên wî yên din rexne kiribû.
XXX
1988-01-01
Me îsal şeva serê salê li mala Zîya Avcî derbas kir. Bêyî me Bûbê Eser, Lezgînê
Cizîrî, malek kurdê başûr û Cumoyê zavayê Şêxê Cibran jî li wir bûn. Dûra
Mihemedê Hekarî û birayê xwe Şerîf jî hatin. Min bixwe ji şevê tu kêf negirt.
Cimateke mecbûrî bû, ez jî gerek biçûyama wir. Hevalan wer xwestibûn. Em li
çend malan belav bûbûn.
Hin kesên kêfa min ji wan ra nayê li wir bûn, lema min tu kêf nekir.
XXX
2002-01-01
Me salek din jî li sirgûnê li pey xwe hîşt. Dîsa em bi tenê
li mal bûn, ne em çûn ba kesî û ne jî kes hat ba me. Azad ji Orebrû hat mal.
Bûye edet, di her serê saleke nuh da meriv xwe mecbûr his
dike ku li ser sala borî û sala nuh tiştekî bibêje.
Baş nayê bîra min gelo par min tiştek nivîsî bû ya na? Ez naxwazim li rojaneya xwe ya par jî binêrim.
Lê ez bawer dikim par ez ji îsal hinekî bêhêvîtir bûm.
Esas ez tu carî di warê serkeftina kurdan da bêhêvî nebûme. Lê dibe ku
yekcarnan ez zêde di bin tesîra bûyeran dimînim û ji bo demek kin hinekî reşbîn
dibim û xwe bê taqet his dikim. Lê herçî îsal e bi baweriya min kurd bêtir xurt
in û bêtir nêzîkî xelasiyê bûne.
Ez wisa bawer im ku Abullah Ocalan bi xwe ewê bidestxistana vî mafî bi hawakî
azad pîroz bike. Ji ber ku tu kesî bi qasî wî dîtina vê roja muhteşem û tarîxî
heq nekiriye. Gelek Kurd îro jîrî, biaqilî û meziniya Ocalan nabînin, lê
rojekê were ewê vê rastiyê bibînin û
qebûl bikin.
Di sala 2001ê da li dinyayê gelek bûyerên girîng qewimîn;
êrîşa 11ê Îlonê ya li hember Emerîka, şerê Afganîstanê û xistina Talîban û
şertên siyasî yên piştî van bûyeran li dinyayê û bi taybetî jî li Ewrûpayê
hatin meydanê bûyerên gelkî girîng in.
Berî her tiştî êrîşa 11ê Îlonê, ji bo demeke kin bejî ji bo xerîbên Misilman û yên
ji Rojhilata Navîn gelek tiştên negatîv bi xwe ra anîn. Di vê nabênê da li
gelek welatî li dijî xerîban gelek qanûnên nebaş hatin derxistin. Ev tedbîr îro
her çiqas li dijî hêzên îslamîst û ereban xuya bikin jî lê di esasê xwe dema dilê wan bixwaze dikanin
li hember her kesî û her hêzê bikar bînin. Ez gelkî kêfxweş im îro PKK ne di
nav şerekî germ da ye. Siyaseta îro dane ber xwe di vê demê da ji kurdan ra hîn
baştir e. Kurd wek civat bawerî û hêviya xwe ji çekan bêtir bi hêza xwe ya
sivîl û xebata xwe ya legal bînin ewê gelkî baştir be.
Tiştekî girîng yê din jî qebûlbûna Euro ye. Îro li 12 welatên endamên Yekîtiya Ewrûpa Euro bû perê resmî yê kirîn û firotinê. Ev yek bêguman ewê gelek tiştên din jî bi xwe ra bîne.
XXX
2010-01-01
Merha birayê M. Latîf Ylidiz!
Gelek sipas ji bo e-meyla te û wan gotinên te yên dostane û qedirşînas.
Ji ber ku te çend daran nivîsên min xwendine û kêfa te ji wan ra hariye
ez êfxweş û dilşa bûm.
Birayê delal, kurdiya te pir baş e û bi vê kurdiya şîrîn tu dikanî tavilê
dest bi nivîsîna kurdî bike. Dema min dest pê kir bi îhtîmaleke mezin min qasî
te jî nizanîbû.
Tu kurd î, zimanê dayika te kurdî ye û tu mamoste yî, loma jî di nava çend
rojan da tu dikanî fêrî rêzimana kurdî bibî.
Esas ne rast e ku kesên weke min û te bi tirkî binivîsin û bi kurdî
nizanibin.
Ez bixwe yek rojê jî neçûme mektebê, ez xwendin û nivîsandinê bi xwe fêr bûme.
Ji bo kurdekî bi kurdî dizane fêrbûna nivîsandinê ne tiştekî pir mezin e, dibê
meriv li ber çavê xwe pir mezin neke.
Dema meriv bi rastî jî bixwaze bi kurdî binivîse meriv fêr dibe.
Di serî da dibê meriv biryara xwe bide, ya din jî dibê meriv di biryara xwe da
israr bike, zû neweste.
Û ya sisiyan jî dibê meriv binivîse, binivîse û bixwîne.
Bi qasî min dît û fêm kir hemû meqaleyên te bi tirkî ne, bi kurdî qet
tune ne.
Bi baweriya min dibê tu dest bi nivîsên kurdî jî bikî, ji bo rojên
pêşî ez dikanim alîkariya birayê xwe bikim. Tubi kurdî binivîse û ji min ra
bişîne, ezê ji te ra rast bikim ş paşda bişînim.
Piştî çend caran hewcedariya te ewê bi alîkariyê ne mîne.
Wek tu jî baş dizanî ku hêviya vê dewleta zalim ew e ku bi qedexeya zimanê
me û hêviya asîmîlasyonê miletê kurd bihelîne, bike tirk. Roja ku dewleta tirk
hêviya xwe ji asîmîlasyona kurdan qut bike, ewê mafê me bide.
Lê dema tirk dibînin ku kurd bi zimanê xwe napeyivin û nanivîsinîn û her kes bi
tirkî dipeyive û dinivîsîne, loma jî hêviya dewletê ya asîmîlkekirina kurdan
zêde dibe û dev ji vê siyaseta xwe ya înkar û îmhayê bernade.
Yanî sûcê me kurdan jî hinekî di vê siyaseta dewletê da heye, bi kirin û
şêla xwe em jî hêviya dewletê xurt dihêlin.
Lê dema dewlet bibîne ku hemû ronakbîr, nivîskar, rojnamevan
û siyasetmedarên kurdan bi kurdî dinivîsin û bi tu hawî dev ji
zimanê xwe bernadin, a wê demê dewletê şêla xwe biguherîne.
Di gotin û propagandeyê da ronakbîr û siyasetmedarên kurdan li dijî
asîmîlasyonê ne, lê di praktîkê da ew bi xwe jî gelê xwe û zarokên vî
miletî asîmîle dikin, bi wan ra bi tirkî dipeyivin û ji wan ra bi tirkî
dinivîsin.
Û ev yek jî karê dewletê hêsantir dike.
Çimkî dewlet dixwaze ku kurd bi kurdî nepeyivin û nenivîsin û ji bo vê yekê jî
zorê, terorê bikar tîne, qanûnan derdixe.
Îcar ew kurdên ku haya wan ji vê siyaseta dewletê heye ji dêlî
ku rê li ber vê siyaseta dewletê bigrin, ew bixwe li gor daxwaza dewletê
hereket dikin, di nava miletê xwe da tirkî belav dikin.
Bi kurtî heger em kurd in û doza kurd û Kurdistanê dikin, dibê em bi zimanê xwe
bipeyivin û binivîsin.
Heger tirkî ewê bibe zimanê me yê danûstendinê, zimanê me yê nivîsê, muzîkê û
hwd. wê demê ev şer û malwêranî ji bo çi ye?
Hema em tirkîtiyê jî qebûl bikin çêtir e.
Ji ber ku em dixwazin weke kurd û bi zimanê kurdî bijîn, em bi tirkan ra di şer
dane, heger emê dev ji zimanê xwe berdin wê demê ev şer jî ne hewce ye...
Bi hêviya ku di demeke kin da tu jî dest bi kurdî bikî.
Bimîne di nava xweşiyê da
Zinarê Xamo
XXX
2010-01-01
Sala te ji ya nü pirozbe biraye Zinar.
Ez ji ve ke te niviskarim. Le ne bir kurmanci de nivisim, bi tirki de nivisim.
nawe bloga min ji, mlatifyildiz@hotmail.com a. U li Batman Çağdaş, Yüksekova
Haber u Diyarbakır Olay; Taraf
rojnamede nivisane min derdikeve.
O li 7-8 bloge Kürdistane de. Veke Siirt Gündem, Şırnak, Urfa...
Bu çenc cara nivisane te ji minre ji te.
Ez zahf pe kefxoş bum. Çime zimane nivistana te zimaneki zelale.
Ve ka zimane dayike mine. Qarabete Xaço te zane ji Bişeriye bu. Dibejine ew
ziman zimane Bişeriye'ye.
Te ji weke zmane Bişeriye di nivise. Edi ez zahf pe kefxoş dibim. Levma ez de
bejim te bi domina. Rexneyen min ewe.
Le te gotku akle me tera me heye. Disa ti jane.
Bi kurmanci evkas bikarhati ji mi te. Kusura mi ji nivistane kurmancire zaqfe
le havka ji mi te.
Birayê Latîf, min nivîsa te rast kir, tenê du rêz nedihat
fêmkirin loma min dest nedayê. Wekî din baş e.
Bi dîtina min, tu dikanî bi tiştên kin dest pê bikî, mesele
pêkenîn, çîrok, serpêhatî û bîranîneke kin û hwd. Hêdî hêdî tu yê lê vebî û
serbest binivîsînî.
Ya din dibê tu elîfbeya kurdî bikar bînî, di gelek malperên
kurdan da heye, meriv dikane daxe jêr.
Gelek silavên dostaniyê û bimîne kêf û xweşiyê da.
Zinarê Xamo
Silav ji te re biraye Zinarê Xamo,
Gelek sipas ji bo e-maile te go(ku) te bersiva min da.
Ya rast heta e-maila te ji min re nehat ez zahf ditirsiyam
go bi kurmanci binivêsim.
Lê dostakî veke te û qedirşinas ji min re got “Kurdiya te
pir baş e” ez pê kêfxweş û dilşa bûm.
Tu nizanî, ez hawalê Cemşit Bender im. Ê go dîroka kurmanca
nivîsandiye. Belî vêga bi 22 salan bû. Ez û keça xwe ji nivîsgahe xwe
derketibîm û diçûma malê. Rahmetiye Mehdi Halici rastî min hat. (min nizanibû
ku Cemşit ew e)
Min go biraye Mehdî, birayê te ê mezin Fevzî bi kêrî
kurmanca naye. Ji bo xwe dixwaze û ji bo Tirka dipeyive. Lê tu ne însanekî veke
wî yî. Pertûka Cemşit Bender e “Kürt Mitolojisi”, min xwend, tu nizanî be
pirtûkek çiqas baş e. Ez dixwazim go tu jî wê pirtûkê bixwînî.
Rahmetiye Mehdi ji min re got, “biraye Latif, tu dixwaze go
ez te bi Cemşit re bidim naskirin?” Min go ezê zahf pê kêfxweş bibim go te
tiştekî vilo ji min re pêk bianiya. Ev însanê go 25 salan min ew nasdikir û
havalê min e ji bin mile xwe çentê xwe derxist û vekir. Ew pirtûka go min jê re
şiret da derxist û navê min nivîsî û da min û dûra jî got:
“Biraye delal, Cemşit Bender ez im.” Piştî vê axaftinê nêzî
mihekê ez şevê nerazam.
Erê ez piştikê 1968’ê me. Û ez hindik li ber İstanbul
Üniversitesi deriyê Beyazıtê de bi Türkiye İşçi Partisi ketima numayişa û
Devrimci Doğu Kültür Ocaklari(DDKO)re jî zahf meşxûl bûme.
Le hata go ez rastî Cemşit hatim hingî ji kurmanciya xwe, ji
însaniyete xwe derketim. Ji wê rojê hata îro 22 sela hee go ez ji asimilasyone
bi tirki de nivisenim.(Ev herdu rêz nayê fêm kirin, loma min dest nedayê)
Weke biraye Cemşit, di sala 2010-ê de Xwedê tu derxiste ber
min. Ez ji Xwdayê xwe re şikir dikim. Belkî peşî ez nikanim zahf bi lez
binivîsînim. Lê hedî hedî bi alîkariya te ez biserketim.
Wêga pirtukekê dixwînim. Pirtûka kure Taha Akyol, Mustafa
Akyol. Di wê pirtûketê da dibêje ku “Entegrasyon”. Heta vêga inkar û îmha bû.
Ji iro û pêde femkirin go vilo çê nabe. Îca navê asimilasyonê danîn
”entegrasyon.”
Tu rast dibejî em ronakbîr, nivîskar î siyasetmedar bi tirki
dipevin û ji dinivîsin. Lê em çi bikin, hata îro weke karê dewletê hêsantir
dikin. Li gundên kurmancan jî zarokên me bi tirkî dipeviyin. Em ketine
tengasiyeke zahf pîs û rezîl. Ez ji îro û pêve bi kurmancî binivîsim gelo
nivisên min ewê di rojnameyan de werin weşandin, gelo kî ewê bixwîne? Lê go tu
arîkariya min bikî ezê pişti her nivîsa xwe 2-3 bend jî bi kurmanci
binivîsînim.
Silavê beristina min ji te re be.
Tu jî bimîne di xweşiye de.
M. Latif YILDIZ
NİŞE: Biraye Zinar, ev nivisa jor go min nivisî ez di
xwazim tişte min şaş kiriye turast bike û jimin re bişine.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar