02 januari 2022

Serxweş û ceza

Mêrik erebe pir bi suret ajotibû. Pûlisê trafîqê ew girt. Di kontrola alkolê da derket ortê zêde vexwariye. Ew dan mahkimê. Di mahkimê da serxweşiya xwe qebûl nekir, got:

-Ez ne serxweş bûm. Tenê li gorî her tim, vê carê min hinekî zêde vexwaribû.

Hakim mizicî û biryara xwe eşkere kir:

-Ez vê îdîa te qebûl dikim. Û ji dêlî 15 rojan, du hefte cezayê hefsê li we dibirim.

 

Dizî

Mamoste xanimê di dersa dînî da qala diziyê û xerabiyên diziyê dikir. Di dawiya axaftina xwe da wek numûne pirsek kir, got:

-Zarokno, heger ez destê xwe têxim bêrîka yekî û pera jê derxînim, ezê bibim çi ?

Xwendekarekî destê xwe bilind kir, got:

-Tu yê bibî jina wî !

 

Pîrozbahî

Destpêka sala nuh bû. Jinikê ji mêrê xwe ra got:

-Tu zanî îro 10 saliya zewaca me ye. Dibê em bi çend dost û hevalan ra pîrioz bikin. Here berxekî bikire, emê serjê bikikin û ban çend dost û hevalan bikin.

Mêrik got:

-Ji bo çi berxê feqîr ewê cezayê xeta min bikşîne?

 

 


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE