02 januari 2022

Ax ji derdê kompîtorê !

Kompîtor him baş e, him ne baş e. Di nabêna salên 1999-2003a da min hin notên rojane nivîsîbûn. Çendakî berê ez lê rast hatim. Min da alîkî, min got ezê lê binêrim û hin tiştan jê biweşînim.

Lê wa ye min bi şaşî avêtiye. Qismekî pir hindik maye. Kaxet ba wiha nedibû, qenekê min nikanîbû bi şaşî bavêta.


Li ser jiyana xwe min gelek tiştên xweş qeyd kiribûn. Çi heyf çûn.

Di sala 1996a da jî min salekê di defterekê da hin tişt nivîsîne, ez rastî wê defterê jî hatim. Di 5/1-1996a da min dest pêkiriye.

XXX

Outlockê do bi bîra min xist, rojbûna 1999 hevalên min ên Facebookê bûn. Îro jî gotiye rojbûna 296 hevalên te ne.

Min ne bala xwe da navên gişan, ne jî rojbûna wan pîroz kir. Ma minê çawa pê ra bigîhanda rojbûna 1295 kesî pîroz bikira?

Ji dêlî ez rojbûna gişan yek bi yek pîroz bikim, hema li ser hev sala nû û rojbûna gişan pîroz be.

 XXX

Sala çûnî(sala borî, par)li dinyayê pereyê herî zêde ji qîmete ketiye lîreya Tirkiyê ye.

Bi gotina pêşiyan, perê tirkan wer bêqîmet bûye, wer bêqîmet bûye, bûye pûl û çû ye.

Ev nîna ye, tirnîna hîn ma ye, ewê pirtir bibe.

XXX
Bîranîn
1986-01-02

Min telefonî Bavê Nazê kir, min jê ra got fotokopiyeke nivîsa min(nivîsa li ser romana Tu) ji min ra derxîne û dûra nivîsê bide redaksîyona Berbangê.
Min nivîs dabû wî ji bo ku bixwîne û dûra bide redaksîyonê.

XXX
1988-01-02
Min telefonî Memo Yetkîn kir, me li bajêr hevdu dît. Kitêba çîrokên Kurdî da min. Gelek gazin ji Dr. Nacî Kutlay û Henefî Celeplî kir. Got Dr. Nacî Kutlay romana xwe da min ji bo ku ez çap bikim. Min ji Dahîreya Kulturî ra nameyek şand, alîkarî xwest. Min kitêb nivîsî.
Min xebera Henefî jî pê xist, wî jî got çap bike, ez çap nakim.
Dûra Henefî telefonî wî dike, jê ra dibêje ez qebûl nakim tu çap bikî, ez çap bikim.
Dûra Memo ban Dr. Nacî û Henefî kiriye, li ser kî ewê kitêbê çap bike ketine gewriya hev. Dr. Nacî gotiye Henefî çawa dixwaze bira wek wî be. Li ser vê, Memo rahîştiye çentê xwe û rabûye.
Roja din Henefî telefonî wî kiriye, gotiye kitêbê bide min, Memo gotiye ez nadim te, bira Dr. Nacî were ezê bidimê.
Welhasil dilê Memo him ji Dr. Nacî him jî ji Henefî mamû.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE