03 januari 2022

Siyasetmedarên başûr wek me li Îran û Tirkiyê nanêrin

Em kurdên bakur dixwazin partiyên Kurdistana başûr, siyasetmedarên başûr jî wek me li dijî Îranê û Tirkiyê bin, wek me wan dijmin bibînin. Ev xeyal û daxwazeke ne realîst e.

Siyasetmedarên başûr nikanin wekî me li Îranê û li Tirkiyê binêrin, wek me li dijî Îranê û Tirkiyê bin. Nikanin siyaseteke wiha bimeşînin.
Lê bikanibin jî nakin.

Partiyên başûr, serok û siyasetmedarên başûr tu carî nabêna xwe bi Tirkiyê û bi Îranê ra xera nekirine, tu carî neyartiya wan nekirine. Di praktîkê da, di resmîyetê da ew Tirkiyê û Îranê dostên xwe dibînin. Lema jî siyasetmedarên başûr giş diherin şîn û şahiyên Îranê û Tirkiyê. 

Ev yek him ji ber şertên wan tê, him jî tu carî nexwestine Îranê, Tirkiyê û Sûriyê bikin neyarên xwe, tim xwestine bi wan ra dost bin û alîkariyê ji wan bigrin.

Ew îşê xwe ji beşên Kurdistanê yên din naynin, ji bo wan Kurdistan başûr tenê ye û dijminê wan jî tenê dewleta Îraqê ye. Siyaseta partiyan gişan ev e. Ev rastîyeke.

XXX

Agir xweş e lê xwelî(arî)jî jê çê dibe. Ji gelek dê û bavên hêja, canfedayên welatê xwe ewladên bêkêr çêbûne. Gelek kesên tirkan bav û kalên wan bi darde kirine, ew bûne hevalên dewltê.

Ewladê baş bavê dike wezîr, ewladê xerab jî rezîl dike.

 

XXX

Seroka Komeleyên Jinan ên Tirkiyê Canan Gullu, di rojnameya Mîllîyetê da ji Çîgdem Yilmazê ra gotiye, li Tirkiyê û li Kurdistanê di salekê da 367 jin ji alî mêran ve hatin kuştin.

Felaketeke mezin e, xelk bi pêş dikeve, medenî dibe, civata tirk û kurd bi paş da çûye, bêtir wahş bûye.

Tesîra rejîma irqçî, faşîst-dîndar, fanatîk tesîr li kurdan jî kiriye, kurdan jî para xwe ji vê barbariyê girtine.

 

XXX
Li Tirkiyê û li Kurdistanê di mehekê da 88 kes bi alkola sexte jahrdadayî bûne û mirine.

Tirkiye bûye wek erdekî mayinkirî, welatê sextekariyê, kalpazaniyê û çetan. Ji alkolê bigre heta bi penêr, rûn, zeytê û hingiv di her tiştî da sextekarî heye. Însan li sîstemê dinêrin.

XXX
Bîranîn

1986-01-03

Ji bo dirêjkirina pasaporata xwe çûm ba pûlis.

Min ji birayê xwe Berzan ra 200, ji kovara DUŞUN ra jî 100 kron şand. Kovara DUŞUN 18 jimarên wê di 3 cildan da derketiye, min hersê cild xwestin. Kovareke edebî ye, min çend jimarên wê xwendin li ser edebiyatê gelek nivîsên baş tê da hene.

Rojnamevanê swêdî Stefan Hjertên him ji komelê, him jî ji mal pirsa min kiriye. Min telefonî mala wî kir, pê ra peyivîm. Got ez dixwazim bi berpirsiyarekî partiya we ra bipeyivim.

Min got ez nikanim navê kesî bidim te. Dema min têkilî bi berpirsiyarekî wan ra danî ezê telefonî te bikim.
Radyoya swêdî û ya Merhebayê gotin ew kesê yê Apocî birîndar kiribû îro hat girtin. Yê birîndar gotibû kesê li min xistiye endamê PPKKê ye.

Yê hatiye girtin hevalê me ye, navê wî Serdar Karataş e. Yê apocî kêr kiriye. Yê birîndar bûye jî dêrsimî ye, apocî ye, navê wî Necatî ye.

 


 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE